JIN
Hemû Nûçe
-
Encamnameya Kongreya Tecrûbeyên Tevgerên Jinan eşkere bû
Di Konferansa Tecrûbeyên Tevgerên Jinan a Navneteweyî ya li Beyrûtê de biryar hat girtin ku kongreya jinan ya herêmî were lidarxistin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêngavên stratejîk bên avêtin. -
Di konferansa Beyrûtê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd bang kirin
Di rûniştina sêyemîn a Kongreya Tecrûbeyên Tevgerên Jinan ya Navneteweyî de peyama mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat dayîn. -
‘Pergala hevserokatiyê siyasetê demokratîk dike’
Di konferansa li Beyrûtê de ku tecrûbeyên jinên Kurd hat nîqaşkirin, bal kişandin ser pergala hevserokatiyê ya di demokratîkbûna siyasetê de. -
Jin di konferansa navneteweyî ya li Beyrûtê de hatin ba hev
Di konferansa navneteweyî ya li Beyrûtê de bandorên şer û dewletê yên li ser jinan hate nîqaşkirin. -
Jinan tayînkirina qeyûman protesto kir: Dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” belavî hemû cîhanê bûye
Lijneya Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a HDP'ê ku di salvegera tayinkirina qeyûman de daxuyanî da, bal kişand ser tekoşînê û destnîşan kir ku ew ê dest ji tekoşîna xwe bernadin. -
Rojnamevan Nazila Maroofian dîsa hat girtin
Rojnamevan Nazila Maroofian ku bi bavê Jîna Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve hate qetilkirin re hevpeyvîn kiribû, cara sêyemîn hate girtin. -
Rojnamevan Nazîla Marufîan a li Îranê hatibû girtin serbest hate berdan
Rojnamevan Nazîla Marûfîan ku ji ber hevpeyvîna bi bavê jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ku li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqî ve hatibû qetilkirin, hatibû girtin serbest hate berdan. -
Parlementera Partiya Çepên Kesk: Çavkaniya tundiyê AKP ye
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Qersê Gulistan Kiliç Koçyîgît, êrişa hovane ya li dijî Dîlber Alinak a 80 salî şermezar kir û diyar kir ku çavkaniya tundiya li ser jinê AKP ye. -
Li Qersê mirina bi guman a jinekê
Li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê jina ciwan a bi navê K.A (27) bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. -
Li Aachenê forûma ‘Divê mirov çawa bijî’ hat çêkirin
Jinên ciwan ên Kurd û enternasyonalîst, bi pey bersiva pirsa ‘Divê mirov çawa bijî’’ ketin û xeta xwe ya birêxistinbûn û têkoşînê diyar kir. -
Konferansa pêkhateyên jinan a li Silêmaniyê qediya: Encamnameya konferansê hate eşkerekirin
Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê konferansa bi pêşengtiya TAJÊ û tevlebûna jinên Êzidî, Kakayî, Zerdeştî, Feylî û Mesîhî hat lidarxistin, qediya. Encamnameya konferansê hat eşkerekirin. -
Konferansa Jinan a pêkhateyan dest pê kir
Li bajarê Silêmaniyê Konferansa jinên Êzidî, Kakayî, Zerdeştî, Feylî û Mesîhî bi pêşengiya TAJÊ dest pê kir. -
KBDH: Em dikarin bi xweparastin û tevgera jinê ya milîtan pergala baviksalarî hilweşînin
KBDH’ê got, “Li hemberî polîtîkayên li dijî jinan pêwîstî bi xurtkirina têkoşîn, xweparastin û rêxistiniyê heye. Tenê bi avakirina tevgera jinê ya milîtan em dikarin pergala baviksalarî hilweşînin.” -
YJŞ: Xweparastin ji bo jinan hemûyan pêwîstî ye
YJŞ'ê piştgirî da kampanya KJK'ê ya ji bo jinên Êzidî û Afgan û diyar kir ku wê berxwedan û rêxistiniya xwe hîn mezin bikin. YJŞ'ê got, "Xurtkirina xweparastinê ji bo jinan hemûyan pêwîstî ye." -
Jin xwedî çanda 'Kiras û Fîstan' derdikevin
Jinên li Colemêrgê xwedî li çanda Kiras-Fîstan derdikevin. -
Li Şehbayê bi boneya piştevaniya bi jinên Şengal û Efgan re meş hat lidarxistin
Kongra Star û Yekitiya Jinên Êzidî ya Kantona Efrînê bi boneya piştevaniya bi jinên Şengalê û Efgan re bi dirûşmeya “Bi jin, jiyan, azadî ber bi şoreşa jinê ve” li Şehbayê meşek girseyî li dar xist. -
KJAR wê li Kolnê konferans li dar bixe
Tevgera jinên Rojhilatê Kurdistanê, ji bo piştevaniya bi kampanyaya KJK’ê re ku ji bo piştevaniya bi jinên Ezidî û Efxan re daye destpêkirin, wê roja Şemiyê li Kolnê konferansekê çê bike. -
Milîsên KBDH'ê li Edeneyê çalakî kirin
Milîsên Sevda Serînyel ên KBHD'ê li Edeneyê ji bo silavkirina salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê çalakî kirin. Li Seyhanê jî febrîqeyek dan ber agir. -
Greva Avhewayê ya Swîsreyê Elefterîa Hambî bi bîr anî
Greva Avhewayê ya Swîsreyê ku tevgereke çalak e û ji sala 2018'an ve gelek çalakî û grev kiriye, şervana enternasyonalîst Eva Marîa Seîger (Elefterîa Hambî) bi bîr anî ku li Garê şehîd bû. -
Li Silêmaniyê jineke ciwan hate qetilkirin
Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bi kêran êrîşî jineke ciwan hate kirin. Piştî ku vê jina ciwan rakirin nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da. -
Jinên Fransayê kampanyaya KJK’ê silav kir
Jinên Fransayê kampanyaya KJK’ê ya ji bo piştevaniya jinên Êzidî û Efgan silav kirin û gotin: “Bersiva me li dijî erîşan, wê piştevanî û birêxistinbûna jinan bi perspektîfeke enternasyonalîst be." -
Li Rihayê cenazeyê jinekê hate dîtin
Li navçeya Halîliyê ya navenda Rihayê di kanala avdanê ya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) de cenazeyê jinekê hate dîtin. -
Li Tirkiyeyê meha Tîrmehê herî kêm 26 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin
Hate ragihandin ku di meha Tîrmehê de herî kêm 26 jin û 2 zarok hatine qetilkirin. 9 jin û 4 zarok jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. -
Li Rihayê jinek hate qetilkirin
Li navçeya Sêwereg a Rihayê Esma Kalenderlî ji aliyê Mûrat Otuş ve ku dest ji hev berdabûn, hate qetilkirin. -
YPJ: Adar Cûdî şehîd ket
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê diyar kir Adar Cûdî ya ku di 27’ê Tîrmehê de ji ber qezayê birîndar bûbû, şehîd ketiye.