Li Rihayê cenazeyê jinekê hate dîtin
Li navçeya Halîliyê ya navenda Rihayê di kanala avdanê ya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) de cenazeyê jinekê hate dîtin.
Li navçeya Halîliyê ya navenda Rihayê di kanala avdanê ya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) de cenazeyê jinekê hate dîtin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di kanala avdanê ya DSÎ de cenazeyê jinekê hate dîtin.
Hate hînbûn ku welatiyên ku li ser rûyê avê cenazeyê jin ferq kirin, agahî dan Navenda Banga Lezgîn a 112'an.
Koma agirkujiyê yên ku hatin cihê bûyerê cenaze ji avê derxistin.
Nasnameya jina ciwan a 20-25 salî hê nehatiye hînbûn. Cenaze ji bo otopsiyê birin morga Saziya Tiba Edlî (ATK).