Li Silêmaniyê jineke ciwan hate qetilkirin
Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bi kêran êrîşî jineke ciwan hate kirin. Piştî ku vê jina ciwan rakirin nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da.
Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bi kêran êrîşî jineke ciwan hate kirin. Piştî ku vê jina ciwan rakirin nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da.
Îro piştî nîvro li Silêmaniyê jinek bi kêrê hat birîndarkirin. Piştî ku ew rakirin nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da.
Berdevkê Polîsên Silêmaniyê Serkewt Ehmed derbarê bûyerê de agahî da, û got “Nasnameye vê jina 23 salî hê nehatiye tespîtkirin û êrîş li taxa Huwane çêbûye.”
Her wiha Serkewt Ehmed diyar kir ku li ser bedena wê jinê şopa kêran hebû.