Desteya Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya salvegera tayînkirina qeyûman li ber Çarmarê ya li hember Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi dirûşmeya "Ne qeyum ne talan, dîsa jin dîsa jiyan" daxuyaniyek da çapemeniyê. Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Hevberdevka Giştî ya Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgûn Uçar, Hevseroka Partiya Çepên Kesk ya Amedê Pinar Sakik Tekîn, Parlamenter Halîde Turkoglu, Seba Erdogan Saritaş, Newroz Uysal, Meral Daniş Beştaş, Bêrîtan Guneş, Komeleya Jinan a Rosayê û gelek jin tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Ne qeyum ne talan, dîsa jin dîsa jiyan", dowîzên "Hevserokatî xeta me ya binefşî ye", "Dest nede vîna min", "Girtiyên siyasî namûsa me ne" û "Qeyûm dizî û talan e" hatin hilgirtin û wêneyên hevserokên jin hatin rakirin. Beriya daxuyaniyê jin bi dirûşmeyên "Jin, Jiyan, azadî" û tilîliyan daketin qadê.
Hevşaredara navçeya Stewrê ya Mêrdînê Gulîstan Oncu ku qeyûm tayinî şûna wê hat kirin, metna daxuyaniyê xwend û wiha got: “Îro salvegera tayinkirina qeyûman e ku di serî de li Amed, Wan, Mêrdînê û bi dehan şaredariyên hatin desteserkirin. Di heman demê de 17’ê Tebaxê salvegera Erdheja 1999’an ya herêma Marmarê ye jî. Di serî de em wan bi hezaran mirovên ku jiyana xwe jidest dane bi rêzdarî bibîr tînin. Ew kiryar û berpirsiyarên şaredariyên li ser rantê ku di encam de erdhêja Stenbolê rû da, di heman demê de rê li ber firebûna birdoziya kapîtalîst jî vekiriye ku di 6ê sibatê de erdhêjeke hê berfiretir, li 11 bajaran rû da; Bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan û bandor li ser bi milyonan mirovan kir. Bi rêya taksîrê qesta ev çend mirovan, bi awayeke pergalî ne çarenûs e. Berovajî vê serweriya desthelatdariya mêr û birdoziya dewleta heyî ye, xwe nîşan dide.
‘TECRİD BELAVİ HER DERÊ BÛ’
Beriya niha bi demeke nêzîk hilbijartinek pêk hat. Di serî de jin, hemû gelên me ji bo vîna xwe nîşan bidin, bînin ser kar çûn ser sindoqan. Lê di roja ewil ya ku helbijartin mîsoger bû de, starta hilbijartinê hat dayîn. Ji wê rojê de dest bi girtin, binçavkirin û operasyonên serdegirtinan pêk tê. Bi awayeke seyr û sosret xebat û hewldanên me yê helbijartinan xwestin rawestînin. Doza Kobanê ya Kûmpasê û heta doza girtina HDPê jî siyaseta me dûr bixin ku vê pêvajoya helbijartinê bixin bin bandora xwe, wergerandin rewşeke welê. Ya herî girîng jî ev îtîfaqa faşist ya AKP-MHPê ku li ser kar e, 29 meh in li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çi têkilî nayên dayîn û agahî jê nayê stendin. Ev rewşa tecrîdê li ser hemû civakê û di her qada jiyanê de jî hatiye belavkirin. Bi carekê weke ku hemû gel jî di bin vê tecrîtê de be, heqîqeteke wisa li ber çava ye. Ku em li van hemû şert û zirûfan binerin, 14'ê Gulanê û hema pê re helbijartina serokomariyê ku dîsa heman kes hat ‘bijartin’, nemaze ji bo me jinan ku politikaya wî ya dijminane me xistiye hedefa xwe qe rewa nîne.
‘TÊKÎLDARÎ XEBATÊN JINAN’
Politikaya qeyûmtiyê ku ji sala 2016’an ve dest pê kiribû, Tevgera Jinan ya ku bi bedelên giranbuha berhemên derxistibû holê, bidest xistibû îro salvegera wê êrîşa birdozî ye li ser van destkeftiyan. Li hember vê darbeya Qeyûm a 2016’an jin, dayîk, ciwan û bi milyonan kes di helelbijartina rêveberiya heremî ya 31’ê adara 2019’an de dîsa li vîna xwe xwedî derketiye û bersiveke watedar û mezin daye. Li gor encamên helbijartina 2019’an Partiya me 3 bajarên mezin, 5 bajar, 45 Navçe û 12 Belde bi giştî 65 Şaredarî, 1230 endamtiya meclisa Şaredariyan û 101 endamtiya Meclisa Giştî bidest xistiye. Partiya me bi qezenckirina 65 şaredariya bajar, navçe û Beldeyan de pergala Hevserokatiyê, Meclisa Jinan ya Şaredariyê, di nava van Meclisan de Lijne, Kordînasyona, saziyên Jinan hatine avakirin. Dîsa ji vana cudatir Licneyên Wekhev yê Jin û Mêran hatine avakirin. Di 3 Şaredariyên bajarê Mezin de polîtîkayên Jinan, Serokatiyên Daîreyan hatiye çalakirin, xistiye meriyete û dest bi xebatên xwe kiriye. Bi heman şêweyî di hemû Şaredariyên Bajar û Navçeyan de Gerînendetiyên (Mudûr) Jin hatiye avakirin. Berê ku ji aliyê Qeyûm ve ew Gerînendahiyên hatibû girtin di şûna wan de Çawîşên Pîsoor yê mêr hatibû peywirdarkirin. Ew Navendên Jinan yê me yê ku hatibû veguhestin derbarê wan da me doza Hiqûqî daye destpêkirin û li gelek ciyan Navenda Jinan me vekir. Ligel vêna hê zêdetir ji bo vekirina saziyên wê xebat hatine kirin.
‘ŞAREDARIYÊN ME BI DARBEYA QEYÛM RE RÛ BI RÛ MANE’
Di çarçoveya bicihkirina Jinan de li gelek şaredariyên bajar û Navçeyên me de koperatîf, zeviyên çandiniyê, bazara jinan û hwd. xebatê hatine kirin û ketine meriyetê. Ev hemû destkeftiyên me ku tev li ortê ne, bi perspektîfa; paradîgmaya me ya Ekolojîk Azadiya Jinê, temsîliyeteke hevbeş û di siyasetê de Jin bibe kirdeyekê, xwedî vîn esasgirtina me ya vê polîtîkayê de di Modela rêveberiyên Heremî de, di hemû Şaredariyên me de ev ku bi cih hatibû di nîve şevekê de tev bi carekê hat desteserkirin. Di 19 Tebaxa 2019’an de Şaredariyên bajarê mezin; Amed, Mêrdîn, Wanê re Qeyûn hat avêtin. Hema pê re heman feraset bi dehan Şaredariyên me bi darbeya Qeyûm re rû bi rû man, vîna gel hat desteserkirin.
‘TECRÎDA ÎMRALIYÊ WEKE REJÎMEKÊ YE’
Ji bo pergala hevserokatiyê ku di jiyana civakê de pergaleke herî demokratîk, modern û xwe birêxistinkirin e ‘sûc’ hesibandin, doz vekirin! Ev kirin sedemê Qeyûm avêtina ser şaredariyan. Bloka faşîst ya AKP-MHP’ê di bin navê alîkariya civakî, bi aboriyeke neçar xwestin “jina mehqûl û meqbûl” biafirînin, li ser jinan ferz dikin. Em ku li hember vê ferasetê derdikevin modela ku em ava dikin ji bo feraseta serweriya mêr ku serweriya xwe bidomîne re asteng e. “xeternak” e. Lê divê em bibêjin ku em jin di siyaseta heyî de heta nebin kirde tu siyasetekê nikare bibe civakî, siyaseta civakê re nikare bibe pêşeng. Tecrîda ku îro li Îmraliyê pêk tê di heman demê de wek rejimek e. Feraseta Qeyûm jî ji bo kûrkirina vê tecrîtê bi xwe ye. Îro ev hemû qadên jiyanê kiriye armanc ji bo xwe û ku di bin êrîşan de be, em ê ku tekoşîna azadiyê didin ji bo me qe tu rewabûna vê helbijartina heyva Gulanê de ku pêk hat tune ye.
ENCAMÊN ŞERÊ TAYBET
Bi vêr re piştî Qeyûm di hemû qadên jiyanê de tecrît hê kûrtir bû. Kişandina madeyên tiryakê her ku çû berfirehtir bû. saziyên fermî vê rewşê ji nedîtî ve tên. Hema bêje ketiye asta gihandina vê rewşê. Di vê warî de em wek LiJneya Zarokan ya HDP di navbera Hezîrana 2022-2023’yan de derbarê zarokan de bi saziyên cûr be cûr yên dewletê re hevdîtin pêk anî. Bi taybetî ji bo temenê tiryakişandinê daketiye neh sala û di van salên dawî de dibistan bûne şûna bidestxistina tiryakê. Hema bêje em dibin şahid ku ev êdî li van deran mayînde bûye. Encamê ku me derxistiye holê berî Qeyûman di taxan de navendên Zarok û Dayîkan yên Tendurustiyê de ev derên welê heta bêjî çalak bû, di meriyetê de bû. Lê piştî ku Qeyûn hat îro em lê dinêrin vê peywirî hatiye jibîrkirin, rista xwe wenda kirine. Derbarê tiryakişandinê de daneyên ku ji aliyê saziyên peywendîdar ve hatine bidestxistin nehatiye parvekirin. Van hemûya ji aliyê rejima heyî ve wek encama polîtîkayeke şerê taybet dide nîşandan. Pê re jin bê parastin hatine hîştin, zarok û ciwanên ku cewherê jiyanê di xwe de dihewînin; çawa ji çand, kultûr û çalakiyên civakê yên rengîn û ji projeyên hê cudatir yê pêşketinî bêpar hatine hîştin. Van hemû mafan ji aliyê Qeyûm ve çawa hatiye desteserkirin nîşan dide.
‘BERXWEDANEKE BÊHEMPA DERKET HOLÊ’
Ya herî girîng jî; destkeftiyên jinan yên hatine desteserkirin û ji bo hê zêdetir mafan bidestê xwe bixin encax bi teoşîneke hevpar ya Jinan dikare pêk were. Ya ku vê feraseta desteserker ya qeyûman têk bibe, bidawî bike jî dîsa bi tekoşîn û berxwedaneke hevpar ya jinan pêkan e. Şîyara “Jin, Jiyan, Azadî” di serî de li Rojhilata Navîn di tevayê cîhanê de bûye hêz û motîvasyona hevgirtin, berxwedan û tekoşîna Jinan. Bi vê şîyarê îro li Rojava li ser esasê demokrasiya xwecihî, heremî civakeke wekhev û azad tê avakirin. Dîsa bi vê şîyarê li Îranê li dijî rejima dijminê jinan berxwedaneke bêhempa derket holê û ev berxwedan û tekoşîna jinan li civakê her ku diçe belav dibe, didome.”
‘QEYÛM BIXWE BÛYE REJÎMEK’
Hevberdevka Giştî ya Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û bal kişand ser erdheja Marmarayê ku 24 sal di ser de derbas bûn. Uçar, got ku di van 24 salan de tu xebatên desthilatê ku birînên erdhejê nehatine derman kirin. Uçar, anî ziman ku bi van erdhejan re hat zanîn ku rêveberiya herêmî ya şaredariyan çiqas girîng e û wiha got: “Di erdhêja 6’ê Sibatê de çawa deng ji dewletê derneketî, ji rêveberiyên herêmî jî derneket ku qeyûm li ser bûn. Tiştê ku em jê bitirsin desthilata AKP-MHP’ê ye. Qeyûm bi xwe bûye rejîmek.”
‘DEWLET DIRÛŞMEYA JIN, JIYAN, AZADÎ GEF DIBÎNE’
Uçar bal kişand ser tevlibûna siyasetmedar Gulten Kişanak a merasîma cenayê xwişka xwe û diyar kir ku tenê hiştin çar saetan tevli şîna xwûşka xwe bibe û piştre şûna ku bibin girtîgehê dibin Xarpêtê û di depoyekê de tê ragirtin. Kişanak, bi domdarî wiha got: “Hêzên ewlekariyê jî di nav de, hemû beşên dewletê ji vê rejîmê sûdê werdigirin. Me duh jî dest ji vê yekê berneda, em îro jî bernadin û em sibê jî bernadin. Bêçareserî wê belavî herderî bibe û wê tenê li Kurdistanê ne, şaredariyên rojava jî rastî rejîma qeyûm bê. Dewleta ku îro slogana ‘Jin, jiyan, azadî’ ji bo xwe gef dibîne, nizane ku ev dirûşme îro belavî hemû cihanê bûye.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.