Roja Kobanê ya Cîhanê hate silavkirin, êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin

Di daxuyaniyan de Rojava Kobanê ya Cîhanê hate silavkirin û hate diyarkirin ku wê berxwedan û destketî bên parastin. Her wiha êrîşên dewleta Tirk a dagirker jî hatin şermezarkirin.

Partî, rêxistin û saziyan bi daxuyaniyên nivîskî Roja Kobanê ya Cîhanê silav kirin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Em îro Roja Kobanê ya Cîhanê bibîr tînin ku şahidiya berxwedan, fedakarî û rûhê azadiyê ya neşikestî temsîl dike. Piştî 10 salan ji berxwedana dîrokî ya ku baweriya azadiyê da hemû cîhanê, em bi biryar in di pabendbûna xwe ya bi rêgezên ku Kobanê veguherand sembola cîhanî ya wêrekî û rûmeta mirovahiyê.

Berxwedana Kobanê ji şerê li dijî DAÎŞˈê wêdetir bû; ew nîşaneyek kûr a têkoşîna mirovahiyê bû ku li hember taritiyê rawestiya, li şûna bêhêvîtiyê hêviyê hilbijart û nirxên bingehîn ên azadî, wekhevî û jiyana hevbeş parast. Şervanên me yên qehreman, keç û xortên ku mil bi mil li ber xwe dan, dan xuyakirin ku berxwedan ne tenê ji bo serkeftina leşkerî ye, di heman demê de ji bo parastina rûmeta mirovahiyê ye jî.

Di qada jeopolîtîk a îroyîn de, gefên li ser şoreşa me berdewam dikin. Hêzên dagirker û hevkarên wan hewl didin modela rêveberiya xweser a demokratîk a ku me ava kiriye têk bibin. Lê divê were zanîn ku em bi rêya berxwedana aştiyane, avakirina saziyên ku rêzê li cihêrengiyê digirin, û bi bîranîna kesên ku ji bo avakirina van destkeftiyan her tiştî feda kirine, heya dawiyê girêdayî ne. Li ser vê esasê em ji civaka navneteweyî re dibêjin: Kobanê ne qonaxeke bi serê xwe bû û ne dawiya têkoşînê bû. Têkoşîna ku li Kobanê gihîşt lûtkeyê heya îro berdewam dike. Xetereyên li ser civak û şoreşa me û şerê me li hember van gefan, îro jî wekî 10 sal berê girîng in. Herçend DAÎŞ bi fizîkî hatibe têk birin, lê îdeolojiya wê hîn jî metirsiyek giran e. Hêzên herêmî yên weke dewleta dagirker a Tirkiyê, bi awayekî veşartî piştevaniya DAÎŞ û grûpên tundrew dikin, bi armanca têkbrina şoreşa me û modela xweseriya demokratîk. Bêdengiya civaka navneteweyî tenê wan kesan xurttir dike ku dixwazin vê îdeolojiya tarî ji nû ve zindî bikin.

Em ê şehîdên xwe ne tenê bi gotinan, bi çalakiyan bi bîr bînin. Em bi pêşxistina avahiyên xwe yên civakî, perwerdekirina ciwanên xwe, parastina xaka xwe, li hemberî tundî û zordariya dewleta dagirker a Tirk, DAÎŞ û hevalbendên wan, peyama alternatîfa şoreşgerî derdixin pêş. Di vê rojê de em soza xwe ya li ser rêya berxwedanê, parastina şoreşa xwe û rêgezên xweseriya demokratîk ên ku bûne hêviyên me, nû dikin. Em Roja Kobanê ya Cîhanî li hemû gelê xwe, gelên herêmê û hemû gelên azadîxwaz ên cîhanê pîroz dikin."

DEM PARTÎ: RONAHIYA BERXWEDANA KOBANÊ TU CARÎ NAVEMIRE

Desteya Rêveberiya Navendî ya  DEM Partiyê jî bi sernavê “Berxwedana Kobanê hêj jî di têkoşîna azadiyê ya gelan de çavkaniya hêviyê ye” daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de 1’ê Mijdarê hate pîrozkirin û hate gotin ku weke têkoşîneke mirovahiyê ya li dijî tarîtî û zilmê di dîrokê de cih girtiye. DEM Partiyê got ku nirxên li Kobanê hatine afirandin hêj di bin gefan de ye û êrîşên dewleta tirk hatin bibîrxistin. Bi domdarî hate gotin ku dê ruh û ronahiya berxwedana Kobanê afirandiye tu caran venemire.

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê jî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê silav kir.

MSD: KOBANÊ NIMÛNEYA YEKÎTÎ Û HEVKARIYA CIVAKÎ YE

Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) bi boneya Roja Piştgiriya Berxwedana Kobanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku berxwedana Kobanê bûye nimûneyeke cîhanî ya têkoşîna li hember hêzên tarî û tundraw, her wiha bûye sembola vîna mirovahiyê ya li dijî zordestî û terorê.

MSD’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir piştgiriya cîhanî ya ji bo berxwedana Kobanê bû nîşaneya çarenûsa mirovahiyê ya li dijî tundrawiyê û hate gotin: "Xwîna rewan ku li ser axa Kobanê hate rijandin û lehengiya xort û keçên hemû pêkhateyên Sûriyeyê, yekitiya gelê me pêk anî û da nîşan ku civaka Sûriyeyê yek e û mertaleke bi hêz e li dijî hemû hewldanên parçekirina welatê me.”

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hate kirin ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastî êrîşên dewleta Tirk a dagirker tên û hate gotin: "Ev êrîş ji bo têkbirina projeya Rêveberiya Xweser têne kirin, ev destdirêjî li dijî aramiya herêmê û pêşeroja demokrasî û dadmendiya herêmê ye.”

MSD’ê bang li civata navneteweyî kir ku berpisyariyên xwe bi cih bînin û li hember terorê destkeftiyên gelên herêmê biparêzin. Her wiha xwest ku li dijî binpêkirina dewleta Tirk helwesteke tund nîşan bidin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku MSD’ê dê xebatên pêşxistina ezmûna Rêveberiya Xweser berdewam bike ji bo parastina mafên hemû pêkhateyan, her wiha ew ên ezmûna Kobanê bikin nimûneya yekitî û hevkariya civakî.