Li Rihayê jinek hate qetilkirin

Li navçeya Sêwereg a Rihayê Esma Kalenderlî ji aliyê Mûrat Otuş ve ku dest ji hev berdabûn, hate qetilkirin.

Li gorî agahiyên hatin wergirtin, li Taxa Camîkebîr a Sêweregê Mûrat Otuş êrîşî hevjîna xwe ya berê dayika sê zarokan Esma Kalenderlî kir.

Êrîş li Bûlvara Ataturk pêk hat. Kalenderlî bi çekê bi giranî birîndar bû.

Kalenderlî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê, tevî hemû mudaxeleyan jî nehat rizgarkirin.

Derket holê ku êrîşkar Mûrat Otuş ji ber sûcekî edlî hatibû girtin û berî demek kurt hat tehliyekirin. Otuş piştî ku Kalenderlî qetil kir, hat destgîrkirin.

Di salên dawî de şîdeta li hemberî jinê zêde bûye. Li gorî Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) di meha Tîrmehê de 25 jin hatine qetilkirin, 9 ji wan bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Di meha Hezîranê de jî herî kêm 22 jin hatin qetilkirin, 27 jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.