Rojnamevan Nazîla Marufîan a li Îranê hatibû girtin serbest hate berdan

Rojnamevan Nazîla Marûfîan ku ji ber hevpeyvîna bi bavê jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ku li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqî ve hatibû qetilkirin, hatibû girtin serbest hate berdan.

Nazîla Marûfîan piştî ku ji girtîgeha Êvîn a Tehranê derket, weke nîşana nerazîbûnê li dijî ferzkirinên hîcabê li ser jinan a ji aliyê rayedarên Komara Îslamî ya Îranê ve, wêneyekî xwe yê bê şerpa li ser torên civakî parve kir.

Marûfîan li ser hesaba xwe ya X (Twittera berê) û Instagramê li gel wêneyekî ku nîşaneya serkeftinê nîşan dike bi gotina “Koletiyê qebûl nekin" parve kir.

Nazîla Marûfîan ku tê gotin 23 salî ye, di meha Cotmehê de li ser malpera Mostaqil Online hevpeyvînek bi bavê Jîna Emînî Amcad Emînî re weşandibû.

Jîna Emînî di Îlona 2022’yan de li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqî ve bi hinceta ku li gorî rêgezên şerîetê serê xwe negirtiye hate qetilkirin û bû sedema serhildana gel.

Bav Amcad Emînî di hevpeyvîneke xwe de diyar kir ku, rayedarên ku dibêjin keça wî "ji ber rewşa tibî jiyana xwe ji dest daye" derewan dikin.

Nazîla Marûfîan a ji bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê, lê li Tehranê dijî, yekem car di meha Mijdarê de hatibû girtin, lê hatibû berdan. Di meha Çile de careke din hat girtin û du sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Di meha Tîrmehê de careke din hate girtin û xistin girtîgeha Evîn a Tehranê, ku bi êşkenceyên xwe navdar e.

Xizmên Nazîla Marûfîan diyar kirin ku, beriya demeke kurt ew rakirin nexweşxaneyê û anîn ziman ku ew ji tenduristiya wê bi fikar in.

Her du rojnamevanên ku alîkariya ragihandina kuştina Jîna Emînî kirin, piştî ku di meha Îlonê de hatibûn girtin, ev nêzî salekê ye li girtîgeha Evînê girtî ne.

Niha her du rojnamevan bi sûcê “xerakirina ewlehiya neteweyî” tên darizandin.

Li gorî Komîteya Parastina Rojnamevanan ku navenda wê li New Yorkê ye, di dema tepeserkirina xwepêşandanan de 95 rojnamevan hatin girtin û piraniya wan bi kefalet hatin berdan.