‘Pergala hevserokatiyê siyasetê demokratîk dike’

Di konferansa li Beyrûtê de ku tecrûbeyên jinên Kurd hat nîqaşkirin, bal kişandin ser pergala hevserokatiyê ya di demokratîkbûna siyasetê de.

Rûniştina duyemîn ya Konferansa Tecrûbeyên Tevgerên Jinan ya Navneteweyî ku bi dirûşmeya “Li ser şopa Jin, Jiyan, Azadî” li Beyrûtê hatiye lidarxistin, bidawî bû.

Konferans ji aliyê Komeleya Jîn ya Jinan, Komeleya Newroz ya civakî û Înîsiyatîfa Nûn ya ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat organîzekirin. Ji Tunis, Ûrdûn, Iraq, Lubnan, Sûdan, Tirkiye, Filistîn, Misir, Sûriye û Îranê, herwiha ji Şengal, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 80 delegeyên nûnerên saziyên jinan beşdarî konferansê bûn.

Di rûniştina duyemîn de çalakvana siyasî û ya femînîst Neslîhan Acar bal kişand ser rola pergala hevserokatiyê di demokratîkbûna siyasetê de. Neslîhan Acar anî ziman ku lêgerîna li heqîqetê xwe dispêre azadiyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kesê yekemîn bû ku ev fikir pêş xist.

Neslîhan Acar da zanîn ku li cîhanê temsîla jinan di şaredarî û parlamentoyan de ji sedî derdorî 18 pêk hatiye, lê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ev rêje pêk nehatiye.

Endama Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk ya Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sîham Reşo jî bal kişand ser ezmûnên jinên Şengalê ya piştî rizgarkirina ji çeteyên DAÎŞ’ê.

Berpirsa Komîteya Têkiliyên Derve ya Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Rozerîn Kamanger jî îşaret bi şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” ya bi pêşengiya jinan ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir. Rozerîn Kamanger got: “Rejîma melayî ya Îranê digot, ’Em li Îranê hikum dikin û tu hêz nikare destwerdanê bike’. Lê piştî şoreşê me dît civak bi xwe birêve dibe. Ji bo jinên Îranê û yên Efganistanê jî piştgirî hebû.”

Beşdaran jî li ser mijarê pirs, nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman.

Piştî rûniştina duyemîn rojan yekemîn ya konferansê bidawî bû.

Konferansa wê sibe bi rûniştina sêyemîn û dawîn ya bi sernavê ”Nêrîna hevrêyê jinan ronakbîr Abdullah Ocalan ya di derbarê rêwîtiya azadiya jinan de” dewam bike û wê bi encamnameyekê û bi dawî bibe.