Jin xwedî çanda 'Kiras û Fîstan' derdikevin

Jinên li Colemêrgê xwedî li çanda Kiras-Fîstan derdikevin.

Kiras û fîstan ku demekê kincê rojane yê jinên Kurd bû, vê demê tenê jinên temendirêj rojane li xwe dikin. Jin ên ciwan jî tenê di rojên taybet de li xwe dikin.

Krîza aboriyê bandor li van kincên gelêrî jî kir. Ji ber krîzê buhayê qumaş zêde bû. Lewma jî buhayê fîstan jî bilind bû. Li Colemêrgê buhayê fîstanekî ji hezar û 500 TL'yî heta 5 hezar TL'yî ye. Kincê gelêrî yê jinên Kurd ku xwedî rabirdûyeke ji hezaran salî ye, li gel qedexeya demekê û krîza aboriyê jî bi destê jinên Kurd tê parastin.

'KRÎZÊ BANDOR LI KARÊ ME KIR'

Gulşen Îhtiyatoglû ku li Colemêrgê bi salan e kiras û fîstanan didirû û bi vî rengî debara xwe dike, qala karê xwe kir. Îhtiyatoglû anî ziman ku muşteriyên wan ji xwe re modelekê hildibijêrin, ew jî li gorî modelê xêz dike, jê dike û kinc didirû. Îhtiyatoglû got, "Em niha li gorî daxwazê kincan didirûn. Nêzî 7 sal in vî karî dikim. Karê me berê hîn zêde bû, lê îsal ji ber krîzê dawet kêm bûn. Hem qumaş gelekî biha bûye hem jî em neçar dimînin biha bidirûn. Buhayê zêde yê avê, elektrîkê û kirê dibin sedem ku em jî ji neçarî bi biha bidirûn. Lewma jî karê me kêm bûye."

'EM XWEDÎ LI VÊ ÇANDÊ DERDIKEVIN'

Îhtiyatoglû ragihand ku ew kiras û fîstanên herêma Colemêrgê didirûn û got, "Em qumaşan ji Cizîr û Başûr tînin û li gorî daxwazê didirûn. Kiras û fîstan kincên gelekî rengîn û xemilandî ne. Di çanda me de ev yek heye. Berê li Colemêrgê kincê bûkê gelekî rengîn bû, ne spî bû. Kincên rengîn jî ji çanda kevneşop a Kurdan tê. Em xwedî li vê çandê derdikevin. Jinên Kurd ti carî dest ji vî kincî bernadin. Bi taybetî li dawetan teqez kiras û fîstan li xwe dikin."