KJAR wê li Kolnê konferans li dar bixe
Tevgera jinên Rojhilatê Kurdistanê, ji bo piştevaniya bi kampanyaya KJK’ê re ku ji bo piştevaniya bi jinên Ezidî û Efxan re daye destpêkirin, wê roja Şemiyê li Kolnê konferansekê çê bike.
Tevgera jinên Rojhilatê Kurdistanê, ji bo piştevaniya bi kampanyaya KJK’ê re ku ji bo piştevaniya bi jinên Ezidî û Efxan re daye destpêkirin, wê roja Şemiyê li Kolnê konferansekê çê bike.
Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ji ber salvegera Komkujiya Şengalê û serweriya rejîma Telîbanê li Efxanistanê, ji bo piştevaniya bi kampanyaya Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi dirûşmeya ‘’Li dijî êrîşên serweriya mêr, em bi jinên Efxan û Şengalî re ne’’, wê konferansekê li Kolnê li dar bixe.
Tê payîn ku Berpirsa Tevgera Jinên Azadîxwaz Tamna Zaryab Perîanî, Nûnera Rêxistina Sîwan a Meclisên Jinên Êzidî (SMJ-Ê) Mecbûre Oba û Rojnamevan Aktîvîsta Mafên Mirovan Roza Sabet û gelek jin tev li konferansê bibin.
Navnîşana konferansê ku wê li Allerweltshaûsê bê lidarxistin ev e: Geisselstrasse 3-5, 50823 Koln