Serokwezîrê Iraqê li Stenbolê bi Erdogan re hevdîtin kir

Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya El-Sudanî li Stenbolê bi Serokkomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan re hevdîtin kir.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, Serokwezîrê Iraqê El-Sudanî yê serdana Tirkiyeyê kirî, li Qesra Vahdettîn a li Stenbolê bi Erdogan re hevdîtin kir.

Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan jî beşdarî hevdîtinê bû.

Serokkomariya Tirk li ser hesaba xwe ya X’ê ev tişt got: “Serokkomarê me Recep Tayyîp Erdogan, li Qesra Vahdettîn bi Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya El-Sudanî re hevdîtin kir.”

Têkildarî hevdîtinê hûrgiliyeke din nehat dayîn. Di demeke ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê û Rojava zêde bûne û şerê Îsraîlê ya li Xeze û Lubnanê dewam dike de, ev hevdîtin pêk hat.