Milîsên KBDH'ê li Edeneyê çalakî kirin

Milîsên Sevda Serînyel ên KBHD'ê li Edeneyê ji bo silavkirina salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê çalakî kirin. Li Seyhanê jî febrîqeyek dan ber agir.

Milîsên Sevda Serînyel ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan (KBDH) li ser mijarê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Ji bo silavkirina Pêngava 15'ê Tebaxê ku deriyên vejîna neteweyî vekir, milîsên me yên jin ketin nava liv û tevgerê. 15'ê Tebaxê ne tenê vejîna neteweyekê ye, di heman demê de çalakiyeke dîrokî ya mezin e ku deriyên şoreşa jinê, azadiya jinan vekiriye.

Bi vê têgihiştinê weke milîsên KBDH'ê, me li dijî hîmên aboriyê yên sîstema serwer a mêr a faşîst çalakî kirin.

7'ê Tebaxê milîsên me li Edeneyê ketin nava liv û tevgerê. Li taxa Sarihamzali ya navçeya Seyhanê, febrîqeya veguherînê ji aliyê milîsên me ve bi çalakiya sabotajê hate şewitandin.

Di encama çalakiya sabotajê de ku bi teknîkeke taybet hate kirin, serê sibehê saet di 6'an de agir bi febrîqeyê ket, piştre jî di demeke kurt de li febrîqeyên din belav bû. Xisareke mezin li febrîqeya kozmetîk û 18 kargehên li derdorê bû.

Bi wesîleya Pêngava 15'ê Tebaxê em şervanên azadiyê hemûyan silav dikin. Heta ku vê dewleta faşîst û sîstema mêtinger a serwer a mêr kapîtalîst ku dijminê mirovahiyê ye têk bibin, em ê çalakiyan bikin."