WHO’yê ji ber êrîşên Îsraîlê yên li dijî navendên tenduristiyê ‘gelek bi fikar e’
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), diyar kir ku ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê yên li hemberî navendên tenduristiyê yên li Lubnanê ew 'gelekî bi fikar e'.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), diyar kir ku ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê yên li hemberî navendên tenduristiyê yên li Lubnanê ew 'gelekî bi fikar e'.
Berdevka WHO’yê Margaret Harrîs, di daxuyaniya çapemeniyê ya li Cenevreyê de axivî. Harrîs, diyar kir ku ew ji ber êrîşên li dijî xebatkar û navendên tenduristiyê yên li Lubnanê zêde bûne gelek bi fikar in û dubare destnîşan kir ku navendên tendurstiyê ne hedefên lêxistin ê ne.
WHO’yê di daxuyaniya xwe ya dawî de ku di 24’ê Cotmehê de eşkere kiribû, diyar kiribû ku di encama êrîşên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê de bêhtirî 100 navendên tenduristiyê hatine girtin.
Li aliyê din serokwezîrê Lubnanê roja Înê daxuyaniyek da û diyar kir ku Îsraîlê ji destpêka hefteyê li dijî taxên başûrê Beyrûtê ku weke baregehên Hîzbûlah tên dîtin êrîş pêk anîne û îdîa kir ku Îsraîl bi van êrîşan re agirbesta bi Hizbûllahê re red kiriye.
Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîkatî diyar kir ku ev êrîş "nîşan dide ku Îsraîl hemû hewldanên ji bo pêkanîna agirbestê red dike."