Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) ve hat dayîn de ev tişt hate gotin, “Hemû cîhan di pêleke germ a mezin re derbas dibe. Di cîhana îroyîn de pirsgirêkên ekolojîk ên ku pergala emperyalîst-kapîtalîst afirandiye; Li aliyekî lehî û tofan radibe, li aliyê din jî bi awayekî sîstematîk germahî zêde dibin. Lê pêla germa ku cîhan tê re derbas dibe bi vê yekê re sînordar namîne. Şer û nanokiyên hêzên emperyalist-kapîtalîst ku her diçe dijwar dibe bi şerê li Rojhilata Navîn, Afrîka, Başûrê Asya-Pasîfîk û herî dawî bi şerê di navbera Ukranya û Rûsyayê ku derbasî hundirê Ewropayê bû, bû sedem ku roj bi roj germahî gurtir bibe.”
'DIJMINÊ GELÊN ROJHILATA NAVÎN Û JINAN...'
Di daxuyaniya KBDH'ê de ev xal jî hatin destnîşankirin:
Sîstema emperyalîst-kapîtalîst li hemû cîhanê bi taybetî li Rojhilata Navîn ji bo derbaskirina qeyrana ku ketiye navê, êrîşên xwe yên li dijî gelan û jinan zêde dike. Li dijî van êrîşan jî lêgerîna azadî û çalakiya bindestan bi taybetî jinan lig elek welatan zêde dike. Bi taybetî jî erdnîgariya Rojhilata Navîn bûye navenda şerê hegemonyaya dewletên kapîtalîst û emperyalîzmê. Dewleta siyonîst Îsraîl polîtîkayên xwe yên dagirker ên li ser axa Filistînê kûr dike; Li hemberî êrîşên dagirkeriyê jî têkoşîna azadiyê ya gelê Filistînê her ku diçe bilind dibe. Di meha borî de êrîşên dagirkeriyê yên Îsraîlê yên li ser Kampa Cenîn ji ber berxwedana gelê Filistînê hat pûçkirin.
Bi hatina desthilatdariya Talîban a li Efganîstanê re, ji bo ku jinan ji qadên giştî derxîne, gelek pêkanînan dan destpêkirin. Desthilatdariya Talîbanê ku bi girtina komeleyên jinan dest pê kir, karê jinan di qada giştî de qedexe dike û her roj karekî nû li pêkanînên xwe yên paşverû yên baviksalarî zêde dike. Desthilatdariya Talîbanê derbasî pêkanînên ku qada jiyanê li jinan teng dike, dibistanên jinan, komele, saziyên çapemeniyê, kuafor û hwd. girtiye. Bi astengkirina jin di her karî de jiyana wan a civakî tine kir. Li dijî desthilatdarî û pêkanînên mêtinger ên Talîbanê, jin ji bo maf û azadiya xwe bi hemû cesareta xwe li kolanan dengê xwe bilind dikin.
Serhildana ku bi qetilkirina Jîna Emînî li Îran û Rojhilat destpê kir, bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li hemû cîhanê deng veda. Di van çalakiyan de bi sedan kes hatin qetilkirin û bi hezaran jî hatin girtin. Gazên kîmyewî avêtin dibistanên keçan û bi sedan xwendekarên keç ên ciwan bi jehrî ketin. Bi vê yekê re dixwestin tolê ji jinan bigirin. Rejîma Molla ya paşverû ku demekê derewan dikir ku ji bo dawî li xwepêşandanan bîne gotibû 'Polîsên Exlaqê' hatiye betalkirin, herî dawî dîsa "Polîsên Exlaqê" daxist kolanan.
Di 100 saliya Peymana Lozanê de ku Rojhilata Navîn bi taybetî Kurdistan ji aliyê dewletên emperyalîst ve hat parçekirin û mêtingerkirin, polîtîkayên zext, zordarî, dagirkerî û şer ên emperyalîstan li dijî gelên Rojhilata Navîn bi hevkariya dewletên herêmê yên paşverû tên meşandin û bênavber dewam dikin. Û em dikarin bibêjin ku jin her tim bûne hedefa vê polîtîkaya paşverû ya lihevkirin û şer. Di pêşengiya rêxistinên jinan de li dijî van polîtîkayên mêtingeriyê hewl tê dayîn bi perspektîfa têkoşîna azadiya jinê xeteke pratîkî bê pêşxistin.
ŞERÊ LI KURDISTAN Û TIRKIYEYÊ BELAV DIBE
Civîna Astanayê ya ku Erdoganê faşîst bi Rûsya, Îran û Sûriyeyê re pêk anî, erêkirina Erdogan a endamtiya Swêdê ya Civîna NATO'yê ya dawî, bi kurtasî rejîma Erdogan a faşîst dixwaze van hemû hevdîtinan ji bo zêdekirina dijminatiya Kurdan weke eniyan bi kar bîne. Eşkere ye ku hêzên emperyalîst hin tawîz dane desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê. Li ser van geşedanan, wê li êrîşên dagirkeriyê yên ku pêk tên, yên nû werin zêdekirin.
Di dema ku civîna Astanayê dewam dikir, li Qamişloyê ji aliyê balafirên bêmirov ve yek ji pêşengên jin ên Şoreşa Rojava hevrê Reyhan û Yûsra hatin qetilkirin û her wiha yekser piştî civîna NATO’yê li dijî çeperên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê gelek caran çekên taktîkî yên nukleerî hatin bikar anîn û êrîşên bejayî yên ji nû ve destpê kirin mînakên vê yekê ne. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê polîtîkaya tasfiyekirina hemû destkeftiyên gelê Kurd li Rojava û Başûrê Kurdistanê dimeşîne. Armanc ew e ku herêmên ku li Rojava dagirkiriye zêde bike, li Başurê Kurdistanê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê û li Bakurê Kurdistanê bi operasyonên leşkerî gerîla tasfiye bikin.
Dewleta Tirk bi hevkariya emperyalîstan re, dixwaze li Rojhilata navîn li dijî hesreta neteweya Kurd û vîna jiyana azad û wekhev, nasnameya Kurdê bîatkirî biafirîne. Dewleta Tirk a faşîst politikaya mêtingerî, red, înkar, tasfiyekirin, tecrîd û fetisandinê li ser neteweya Kurd derxsit asta herî jor û li dijî Abdullah Ocalan tecrîda herî giran tê pêk anîn. Eşkere ye ku polîtîkaya tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan tê meşandin, bi armanca girtina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e. Ji ber vê yekê ne tenê erka şoreşgerî, di heman demê de erka demokratbûnê ye ku li dijî siyaseta tecrîdê derkeve. Di encamê de li hemberî tecrîd û binpêkirinên li dijî girtiyên şoreşger ên li girtîgehan demeke dirêj e tê pêk anîn, bûyîna deng û çalakiya hemû girtiyên şoreşger, bi taybetî jî girtiyên jin ên li zindanan weke wezîfeyeke girîng li pêşiya me radiweste.
‘EM Ê DORPÊÇÊ BI XWE PARASTIN Û RÊXISTINBÛNÊ BELAV BIKIN’
Têkoşîna çînî, qelsî û kêmasiyên me yên di têkoşîna civakî de hêzê dide êrîşên desthilatdariyê. Tenê jin dikarin bi hev re vê hêzê bidin sekinandin. Bi çalakiyên parçebûyî, bê rêxistinî û tenê di nava sîstemê de asê man, ne pêkan e ku asta têkoşînê ya tê xwestin bê bidest xistin.
Sîstem bêhnê li me diçikîne, dest datîne ser keda me, me li xizaniyê mehkûm dike, mohra xwe daîtne binê fermana kuştina me, lewma heta ku em li ber vê sîstemê ranebin, girseyên gel nekin beşek ji têkoşîna çekdarî, nekin hêmana têkoşîna xwe ya yekbûyî, rizgarî nabe. Divê em vê rastiyê hem bi mezinkirina têkoşîna xwe, hem jî kolan bi kolan, mal bi mal bi xwegihandina li girseyan û girseyên jinan nîşan bidin. Li dijî van hemû polîtîkayên mêtînger têkoşîn, bilindkirina xweparastinê û birêxistinkirin ferz e. Tenê bi avakirina tevgera jinê ya milîtan re bi têkoşîneke demdirêj û plansazkirî em dikarin pergala baviksalarî hilweşînin.
Em ê li dijî êrîşên pergala kapîtalîst a baviksalarî ku li her derê cîhanê bilind dibe, têkoşîna azadiyê ya jinan û nasnameyên zayendî yên bindest bilind bikin. Em ê bi mîlîs û gerîlayên xwe yên jin ên yekbûyî li bajar û çiyayên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi bilindkirina têkoşîna yekbûyî ya jinan a li dijî dewleta faşîst a serdest a mêr ku her cure şîdetê rewa dike, bibin deng û navnîşana rêxistin û azadiyê.
Rêya şoreşgerên ku di şoreşên cîhanê de bi rola pêşengtî û rêbertiyê herikîna dîrokê guhertin, şervanên azadiyê yên jin, fermandar û rêxistinkerên ku ji berê heta roja îro nemir bûne, rêya me ye. Em ê ji bo veguherîna sedsala 21'an a şoreşa jinê bixebitin û ji bo serketina serhildanên nû seferber bibin!"