Kongra Star û Yekitiya Jinên Êzidî ya Kantona Efrînê bi boneya piştevaniya bi jinên Şengalê û Efgan re bi dirûşmeya “Bi jin, jiyan, azadî ber bi şoreşa jinê ve” li Şehbayê meşek girseyî li dar xist. Meş ji gundê Til Sûsîn heta gundê Meratê yê navçeya Ehdasê berdewam kir. Di meşê pankartên “Bi ruhê jinên têkoşer em ê yekitiya jinên cîhanê li dijî zihniyeta baviksalarî xurt bikin", "Bi birêxistinbûyîna me, em ê qirkirina li dijî jinan bisekinînin û jiyaneke nû ava bikin” hildan.
Li gundê Maretê meş veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de bi navê Yekitiya jinên Êzîdî ya Rojava Gulê Cafer axivî û tundiya li dijî jinên li Efganistanê û jinên ji hêla çeteyên DAÎŞ′ê hatine revandin, şermezar kir. Gulê Cafer, wiha got: "Em jinên Efrîn û Şehbayê li dijî tevahî şêweyên tundiya li dijî jinan û komkujiya li dijî wan disekinin. Em dîroka roja reş ya li ser Şengalê şermezar dikin û em berxwedana jinên Şengalê û Efganistanê silav dikin. Îro jin ji hêla rejîman ve tên qirkirin. Ew hewl didin nasnameya wê biçewisînin û wan zindî binax bikin. Lê ne pêkan e, ji ber ku serdema binaxkirina jinan bi dawî bû."
Gulê Cafer bang li tevahî jinên li cîhanê kir ku piştgiriya jinên ji ber zilm û bindestiyê êş dikişînin bikin, bi taybet jinên li Efganistanê ku êdî ji mafên xwe bê par in.
Piştire li ser navê Kongra Star Necah El Hesen axivî û wiha got: "Em berxwedana jinan silav dikin, em tu carî van kiryaran ji bîr nakin. Ji kuştin û revandina jinan re êdî bes e. Bila tevahî jin destê xwe bikin yek û li dijî zihniyeta qirêj a ku DAÎŞ`ê belav kiriye jinan rizgar bikin û bi ruhê jina azad jiyan bikin."
Piştre şanoyek li ser qirkirina Êzidiyan hate pêşandan.
Meş bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.