TJK-E: Gelê Kurd di şexsê Kobanê de têkoşîn nîşanî hemû cîhanê da

Tevgera Jinên Kur a Ewropayê (TJK-E) 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî silav kir û got: ‘’ Gelê Kurd di şexsê Kobanê de têkoşîn nîşanî hemû cîhanê da.’’

TJK-E’yê bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de got: ‘’Di Şoreşa Rojava de em em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê Şoreşa Jinan a Rojava ku wan ji me re weke mîrateyekê hiştiye,  zêdetir biparêzin û bigihînin astên bilindtir.’’

Naveroka daxuyaniyê bi vî rengî ye:

‘’Şoreşa Rojava a ku di 19’ê Tîrmeha 2012’yan de bi têkoşîna mezin a gelê Rojava pêkhatî, veguherîye têkoşîneke bêhempa ku li seranserê cîhanê mînakên wê tune ne û hemû mirovahiya li seranserê cîhanê kiriye yek û li hemberî tarîtiyê, ronahî, li hemberî xirabiyê jî bedewî afirandiye.

Dewleta Tirk a ku têkoşîna gelê Kurd qebûl nekiriye, DAÎŞ û hemû çeteyên girêdayî wan ji bo ku vê têkoşîna dîrokî têk bibin, hewl dane ku qirkirinên mezin pêk bînin û dest bi dizî û talanê kirine.  Lê belê  têkoşîna gelê Rojava ya dîrokî ji sînorên welatan derbas bûye û veguheriye têkoşîneke gerdûnî.  Di şexsê Arîn Mîrkanan de fedaîtî û têkoşîna jinên Kurd, mohra xwe li Şoreşa Rojava dane û dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ veguheriye rastiyeke jiyanê.  Têkoşîna jinên Kurd, DAÎŞ û dewleta Tirk a ku piştevaniya wê dikir, li Girê Miştenûrê binax kiriye û ew têk birine. Gelê Kurd li gel serhildanên ku li hemû Kurdistanê dest pê kirine, di şexsê Kobanê de têkoşîn nîşanî hemû cîhanê daye.

Dewleta Tirk a ku şoreşa ji deh salan zêdetir e pêkhatî, qebûl nake, di roja me ya îroyîn de jî li Kobanê qadên jiyana sivîlan û xwezayê bombebaran dike,  zarok, jin û însanên temenmezin jî di nav de welatiyan qetil dike.  Em weke TJK-E’yê soz didin ku em ê li dijî van êrîşan her roj li qadan bin û têkoşîna azadiyê mezintir bikin. 

Em dubare dikin ku em ê Şoreşa Jinan a bi ked û bedêlên mezin hatî bidestxistin, bigihînin astên bilindtir û 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî silav dikin.’’