YPJ: Adar Cûdî şehîd ket

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê diyar kir Adar Cûdî ya ku di 27’ê Tîrmehê de ji ber qezayê birîndar bûbû, şehîd ketiye.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) der barê şehadeta şervana xwe Şêrîn Elî (Adar Cûdî) de daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin

''Şoreşa jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevlîbûna jinan re xwe gihand tevahî beşên civakê. Her jinên ku di nava rêfên azadiyê de cih digrin, dibe hêza bingehîn a domandin û bilindkirina şoreşê. Hevrê ya me Adar Cûdî jî yek ji wan hevalan bû ku di destpêka şoreşê de cihê xwe di nava Yekîneyên Parastina Jin de girt.

Hevrê Şêrîn Elî bi nasnav Adar Cûdî di nava malbateke welatparêz a Hesekê de ji dayîk bû û ev yek jî dihêle ku her tim di nava lêgerîna jiyanekî azad de be. Bi destpeka şoreşê re hevrê Adar Cûdî ji bo parastina nasname, ax û çanda gelê xwe berê xwe da nava yekîneyên parastinê. Hevrê Adar Cûdî di destpêka xwe rêxistinkirina YPJ’ê de û heta îlankirina wê de bû îfadeya jina pêşeng. Hevrê Adar ji bo bilindkirina têkoşîna jinê kedeke bêhempa da. Li hemberî her cûre êrişên dagirkirî û qirkirinê bi taybet di têkoşîna li hemberî DAIŞ’ê de roleke girîng lîst. Di pêngavên rizgarkirina Hesekê, Şedadê û Til Temirê de di êniyên herî pêş de li hemberî çeteyên hov şer kir. Hevrê Adar bi sekna xwe hem di warê birdozî hem jî leşkerî de herdem pîvanên mîlîtantiyê parast û heta henaseyên xwe yên dawî xwedî erkên xwe derket.

Di dîroka 27’ê Tîrmehê de dema ku li ser erka xwe bû, di encama qezayekî bi hevrêyên xwe Hesina Mûsa Mihemmed (Avaşîn Cûdî), Hîba Abdulqadir Bekir (Hîba Hesekê), Bêrîvan Abdil Xelef (Bêrîvan Hesekê) û Emîne Nebo Silêman (Dilar Kobanê ) re birîndar bibû. Lê rûxmî hemû hewildanên dermankirinê jî hevrê Adar Cudî di 31’ê Tîrmehê de şehîd bû. Em di serî de ji malbata hevrêya xwe ya hêja, ji gelê xwe ye welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Em weke YPJ’ê li ser wê sozê ne ku, em ê xwedî keda hevrêyên xwe yên şehîd derkevin û girêdanbûna xwe ya bi şehîdan re bi daîmîkirina pergala civakeke azad û demokratîk tacîdar bikin.

Nasnameya hevala me ya şehîd wisa ye:

Nasnav: Adar Cûdî

Nav û Paşnav: Şêrîn Elî

Navê dayîk: Leyla

Navê bav: Abdulbaqî

Cih û Dîroka ji Dayîkbûnê: 1985- Hesekê

Cih û Dîroka şehadete: 31.07.2023/ Hesekê.”