Greva Avhewayê ya Swîsreyê Elefterîa Hambî bi bîr anî

Greva Avhewayê ya Swîsreyê ku tevgereke çalak e û ji sala 2018'an ve gelek çalakî û grev kiriye, şervana enternasyonalîst Eva Marîa Seîger (Elefterîa Hambî) bi bîr anî ku li Garê şehîd bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di daxuyaniya 2'ê Tebaxê de ragihandibû ku Elefterîa Hambî di 25'ê Mijdara 2019'an de li Garê li qada Sêdarê di êrîşeke artêşa Tirk a dagirker de ya bi balafirên şer, şehîd bû. HPG'ê got, "Hevrêya me Elefterîa ku dilê wê ji bo azadiya tevahiya mirovahiyê lê dida, ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta bi Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî fedaî têkoşiya."

Hambî li Rojava li nava refên YPJ'ê jî têkoşiya bû. Fermandariya Giştî ya YPJ'ê di daxuyaniya xwe de gotibû, "Ji ber ku me bi Elefterîa Hambî re hevrêtî kir, em gelekî serbilind in. Hevrêyên mîna Elefterîa di avakirina sîstema konfederalîzma demokratîk de wê ji bo me bibin çavkaniya bingehîn."

Greva Avhewayê ya Swîsreyê li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal de daxuyaniyek weşand û Elefterîa Hambî bi bîr anî.

Greva Avhewayê got, "Eva Marîa Steîger di têkoşîna ji bo hawirdorê û edaleta avhewayê de aktîvîsteke Elman a çalak bû. Bi taybetî cihê xwe di nava parastina daristana Hambachê ya li nêzî Aîx-la-Chapelle (Aachen) de girtibû. Ev daristan ji bo ji berfirehkirina kaneke komirê bê parastin, çend sal in hatiye dagirkirin. Steîger di komên anarşîst de çalak bû. Sala 2018'an derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Ji sala 2012'an û pê ve ji konfederalîzma demokratîk a Tevgera Azadiyê ya Kurd sûd wergirt û tevlî rêxistiniya civakî ya li wê derê bû. Armanca xwe ya bingehîn jî xurtkirina demokrasiyê ya xwecihî û federal bû, misogerkirina mafên gelan dûrî netewe dewletên nû, li ser bingeha azadiya jinê û ekolojiyê afirandina civakeke navendî bû."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Elefterîa Hambî tevlî têkoşîna li dijî dagirkeriya çeteyên DAÎŞ'ê û artêşa Tirk bû û got, "Eva Marîa Steîger bal kişand ser enternasyonalîsta Yewnan a sala 2006'an jiyana xwe ji dest da û daristana Hambachê ya ku diparast navê xwe kir Elefterîa Hambî."

'EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK'

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Weke Greva Avhewayê tevî ku em îdîaya konfederalîzma demokratîk nakin û xwe nadin aliyê partiyekê jî, em pêvajoya pir neteweyan, femînîst, demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê bi kêfxweşî pêşwazî dikin û piştgiriyê didin. Rêwîtiya Eva Marîa bi bîra me dixe ku têkoşîna ekolojîk, femînîst û demokratîk girêdayî hev in û ev têkoşîn li nava sînorên dewletan sînordar nînin. Têkoşîna Eva Marîa Steîger di heman demê de hêzê dide têkoşîna me ya li dijî tundî û zextê. Em sersaxiyê ji malbata wê û hevrêyên wê re dixwazin. Têkoşîn wê dewam bike."