Li Qersê mirina bi guman a jinekê

Li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê jina ciwan a bi navê K.A (27) bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.

Hat îdiakirin ku jina bi navê K.A. (27) ya li Taxa Çigli ya Qersê dijiya û hem dayika 2 zarokan û hem jî ducanî bû, bi çekê xwe kuştiye.

Li gorî agahiyan, bûyer di 11’ê Tebaxê de qewimî ye. Hat gotin ku hevjînê K.A. ji bo kar li Stenbolê ye û K.A. jî li Qersê bi malbata hevjînê xwe re dijiya. Piştî agahdarkirinê, komên tenduristiyê li cihê bûyerê hatin veguhestin û cenazeyê K.A. birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qersê. 

Piştî karûbarên otopsiye, cenazeye K.A. îro li Goristana Dîgorê hate definkirin.QE