Li Aachenê forûma ‘Divê mirov çawa bijî’ hat çêkirin
Jinên ciwan ên Kurd û enternasyonalîst, bi pey bersiva pirsa ‘Divê mirov çawa bijî’’ ketin û xeta xwe ya birêxistinbûn û têkoşînê diyar kir.
Jinên ciwan ên Kurd û enternasyonalîst, bi pey bersiva pirsa ‘Divê mirov çawa bijî’’ ketin û xeta xwe ya birêxistinbûn û têkoşînê diyar kir.
Jinên ciwan ên Kurd û enternasyonalîst, li forûma bi mijar ‘’Divê mirov çawa bijî?’’ hatin ba hev. Forûm di çarçoveya kampanyaya ‘’Jin, jiyan, azadî- azadiyê bi ser bixe’’ de hat çêkirin. Gelek jinên ciwan ên Kurd û enternasyonalîst ji gelek welatên Ewropayê tev li forûmê bûn.
Li salona forûm hat çêkirin, pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, standa pirtûkan, ‘’dara jiyanê’’ û plaketên têkildarê jînenîgariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hebûn.
Forûm, bi axavtina nûnera komîteya amadekar dest pê bû. Nûnerê, diyar kir ku mijara forûmê ji mijara ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser disekine, hatiye hişê wan û îşaret pê kir ku ew di dahûranên bi vê pirsê hatine bipêşvebirin gihîştine formula ‘’Jin, jiyan, azadî’’ ku ji jinên Kurd li dinyayê belav bûye.
Piştî axavtina destpêkirina, li peyamên dîtbar ên tevgerên jinên ciwan ên Şengal û Rojava hat temaşekirin. Bi peyaman îşaret bi giringiya birêxistinbûna jinên ciwan hat kirin.
Li forûmê atolyeyên Jineolojiyê û xweparastinê hatin çêkirin. Bi pişt re li ser ‘’Rastiya Rêbertiyê’’ semîner hat dayîn. Li semînerê hat destnîşankirin ku Îdeolojiya Xelasiya Jinan ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêş ve biriye, li dijî pergala kapîtalîst bûyê pergaleke jiyanê ya nû. Li ser perwerdehî, birêxistinbûna jinên ciwan û xeta çalakgeriyê li ser asasê pêşniyazan niqaş hatin kirin.
Jinan li forûmê biryardariya şerkirinê ji bo dinyayeke din anî ziman û got ku wê jinên ciwan avakirina neteweya demokratîk û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd bikin asasên têkoşîna xwe.
Axavtina dawiyê hat kirin, dirûşmeyên ‘’Bijî Serok Apo’’ û ‘’Jin, jiyan, azadî’’ hatin berzkirin û forûm qediya.