Encamnameya Kongreya Tecrûbeyên Tevgerên Jinan eşkere bû

Di Konferansa Tecrûbeyên Tevgerên Jinan a Navneteweyî ya li Beyrûtê de biryar hat girtin ku kongreya jinan ya herêmî were lidarxistin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêngavên stratejîk bên avêtin.

Kongreya Navnetewî ya Tecrûbeyên Jinan ya Konferansa jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê ku li paytexta Lubnanê Beyrûtê hate lidarxistin, bi encamnameyekê bidawî bû. Encamname ji aliyê endama komîteya amadekar ya kongreyê Dîlan Hesen ve hat xwendin.

Di encamnameyê de girîngiya avakirina peymaneke herêmî ya hevbeş ya jinan were avakirin da ku nêrînan bîne gel hev û têgehên sereke bi nêrîna jinan ya hevbeş di ber çavan re werin derbaskirin.

Herwiha banga avakirina komîteyên hiqûqî, lidarxistina pêngavên herêmî yên stratejîk yên ji bi banga azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin kirin. Ji bo parastina tevahî girtiyên siyasî, di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga avakirina saziyeke herêmî hat kirin.

Encamname wiha ye:

“Di 18 û 19’ê Tebaxê de em jin ku hejmara me zêdetirî 100 jin bûn û ji Lubnan, Filistîn, Sûriye, Iraq, Misir, Tunis, Û rdin, Yemen, Sûdan, Tirkiye û Îranê ne li paytexta Lubnan Beyrûtê civiyan û me (Kongreya Jinan ya Tecrûbeyên Tevgerên Jinan yên derketina ji aloziyên li herêmê ) lidar xist. Kongre bi dirûşmeya “Li ser şopa Jin, Jiyan, Azadî” hat lidarxistin.

Piştgiriya Serhildanên Jinan

Tiştek ne xerîb û ne jî tesaduf bû ku em bi taybetî di meha Tebaxê de bicivin û kongreya xwe lidar bixin. Lê belê ji ber girêdana me bi dirûşm û felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’, herwiha ji bo piştgiriya jinên Êzidî yên Şengalê û jinên Efganistanê li hemberî planên qirkirinê ye. Ev kongre wekî bangeke girîng ji bo beşdarbûna çalakiyên pêngavên cîhanê yên jinane ku KJK’ê ragihandiye. Di heman demê de ji bo piştgiriya serhildana gel ya Îranê ya bi pêşengiya jinan ya bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” ye ku çend roj mane bikeve saleke nû. Bi vê boneyê em tevahî jinên têkoşîn û berxwedêr yên li tevahî cîhanê; jinên Êzidî, Efganî, Îranî, Kurdî û Erebî silav dikin.

Me di kongreya xwe de bal kişand ser pirsgirêkên jinan yên li welatên cuda yên Rojhilata Navîn û Afrîka û em gihiştin vê encamê ku hêzên cîhanî yên mezin û pergalên serdest yên  li herêmê rê li pêşiya hemû cure şer vekirin. Ev şer di çarçoveya siyaseta ‘şerê tevahî, li dijî tevane’ tê kirin. Herwiha di çarçoveya siyaseta sorkirina nasnameyên civakî, çandî, netewî, olî, etînîk û bawerî yên li herêmê li hemberî hev de tê kirin da ku di encamê de hêzên serdest berjewendiyên xwe pêk bînin. Di encama van siyasetan de dagirî, şerê çekdarî, koçberiya komî ya bi darê zorê.

Guhertina demgorafîk, qetilkirin, çewistandin, bazirganiya mirovan, tundiya li ser jinan û bazirganiya bi jinan û zarokan, hedefgirtina pêşengan çêbûn.

Li ser vê yekê pêwîstî pê hebû ku çareseriyeke giştî ji van felaketan re were destpêkirin. Em dikarin bibêjin ku em li hemberî siyaset û qirkirina jinane ku di hemû qadên jiyanî de û di tevahî astan de têne kirin.

Tecrûbeya Jinên Kurdistanê

Di kongreyê de behsa tecrûbeya jinên Kurd yên li çar parçeyên Kurdistanê, çawaniya sûdgirtina ji van tecrûbeyên nimûne ya ji hindirê herêmên me û ji rihê mîrasa dîrokî ya kevn derdikeve hate kirin; çi tecrûbeya rêxistinbûyîna hevserokatiyê li Bakurê Kurdistanê yan jî tecrûbeya xweparastinê li gel jinên Êzidî yên li Şengalê yan jî tecrûbeya şoreşa jinên pêşeng li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yan jî tecrûbeya serhildana Îranê ya bi pêşengtiya jinên Kurd ya dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” li Rojhilatê Kurdistanê.”

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Me bal kişand ser jêdera îlhamker, paşxenya fikrî û felsefî ya ev tecrûbeyên jinên Kurd û me dît li hember vê felsefeya serdemê nixûmandineke ragihandinê, reşkirina rastiyan û tundiyek li dijî bîrewerê Kurd yê navneteweyî birêz Abdullah Ocalan heye, ku nêzî 25 salan di girtîgeha yekhucreyî ya li gireva Îmraliyê ya Tirkiyeyê de ye. Ew îro li hember siyaseta êşkenceya derûnî û tecrîdeke mutleq a li dijî tevahî pîvan û mîsaqên mafên mirovan yên navneteweyî li ber xwe dide û di çaroveya qanûnên taybet yên urfên qanûnî yên fermî de ji “Mafê Hêviyê” jî bêpare. Me teqez kir ku divê were berdan; ji ber ku nûnertiya dozeke mirovî ya adilane û dozeke wijdanî ya mirovî dike.

BİRYAR

Li gorî wê, em wek jinên li vê erdnîgariya pîroz ya kevnare ku bi dergûşa xwedawendan hate naskirin û tê de tevlêbûneke dilxwazî, xwezayî û jiyaneke hevbeş di nava gel û nasnameyan de heye û ji baweriya me ku têkoşîna jinên hevbeş hêza dînamîk û mifteya garantiyê ya vegerandina sazûmaniya jiyana civakî ya ewle û îstîqrar ku tê de wehkeviya pratîk, edalet, demokrasiya rastîn û aştiya mayinde heye, me li ser van biryaran li hev kir:

Desteka berxwedana jinên Êzidî, Efgan, Îranî, Kurd û Filistînî û hemû jinên têkoşer û berxwedêr yên li tevahî herêmê li dijî hêzên tarî ku jinan dikin hedef, were kirin.

Sûd ji tecrûbeyên cihêreng yên jinên Kurd were girtin, ku bibe modelek ji tevahî jin û gelên herêmê re û sûd ji tecrûbeya rêxistinbûyîna hevserokatiyê were girtin.

Kongreyeke jinan ya navneteweyî were lidarxistin da ku têkoşîna jinan ya hevbeş were xurtkirin, tecûreyên jinan were yek kirin ku bibe wesîleyeke xweparastinê li dijî zihniyeta baviksalariyê bi hemû sazî û alavên wê, siyaset û kiryarên wê bi rêya avakirina navendên taybet werin eşkerekirin û eniyeke jinên herêmî ya hevbeş were avakirin.

Mîsaqeke jinên herêmî ya hevbeş were damezrandin û jinûve li têgehên sereke were nêrîn da ku ji nû ve bi nêrîna jinên hevbeş were pênasekirin, sûd ji jineolojiyê were girtin û xebata li ser belavkirina wê bê kirin.

Komîteyên hiqûqî werin avakirin, hemleyên herêmî yên stratejîk werin destpêkirin da ku banga serbestberdana ramyarê Kurd ê navnetweyî dîlgirtiyê fikrê azad û dostê azadiya jinê birêz Abdullah Ocalan were serbestberdan.

Toreke herêmî ya parastina tevahî girtiyan, siyasetmedaran were avakirin, di serî de birêz Abdullah Ocalan, ji ber ku ew nûnertiya deng, vîn û nasnameya gelên xwe dikin.

Têkoşîna li dijî bingehparêziya olî ya her cure û li dijî polîtîkaya “tunekirina jinan” û hemû siyaset û pêkanînên mêtingerî û otorîter yên ku dijminatiya jinan dikin, were kirin.”