Konferansa Jinan a pêkhateyan dest pê kir
Li bajarê Silêmaniyê Konferansa jinên Êzidî, Kakayî, Zerdeştî, Feylî û Mesîhî bi pêşengiya TAJÊ dest pê kir.
Li bajarê Silêmaniyê Konferansa jinên Êzidî, Kakayî, Zerdeştî, Feylî û Mesîhî bi pêşengiya TAJÊ dest pê kir.
Konferansa jinên Êzidî, Kakayî, Zerdeştî, Feylî û Mesîhî li bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistan li salona Dawa Otelê bi dirûşmeya “Têkoşîna hevbeş a jinên ji pêkhate û baweriyan pêngavekê ber bi pergalek demokratîk û misogeriya bidawî anîna komkujiyê ye” dest pê kir.
Nûnerên gelek saziyên jin ên ji bajarên cuda yên Herêma Kurdistanê bi taybet Silêmanî, Kerkûk, Helebce û Ranya û şervanên YJŞ’ê beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de cilên jinên beşdar bûne ku bawerî û çanda wan a neteweyî nîşan dide balê dikişîne.
Berdevka TAJÊ Riham Hico ku axaftina vekirinê kir, di salvegera 9’emîn a fermana 3’yê Tebaxa 2014’yan de di şexsê qurbaniyên fermana 74’an de tevahî mirovên ku di komkujiyên li ser axa Iraqê de pêkhatî ne de jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî bibîr anî.
Hico got, “Di fermanê de bi hezaran kes hatin qetilkirin, bi hezaran jin hatin qetilkirin û heta niha jî aqûbeta wan ne diyar e. Yên ku di wê demê de erka parastina Şengalê girtibûn ser xwe, mixabin reviyan û gel li ber rehma çeteyên DAÎŞ’ê hatin hiştin. Mixabin mexdûrên herî mezin ên fermanê jin bûn. 3 hezar û 500 jin hatin revandin û li bazarên koleyan hatin firotin. Çarenûsa zêdetirî hezar û 400 jinan hîn ne diyar e."
Rîham Hico wiha pê de çû “Fermana 3’ê Tebaxa 2014’yan ya li ser civaka Êzidî pêkhatî, ji aliyê 13 welatan ve bi fermî wek jenosîd hatiye qebûlkirin. Ew gaveke girîng û erênî ye. Em weke TAJÊ vê biryarê bi wate dibînin. Lê tenê biryar girtin bes nîne. Pêwîst e ji berpirsên vê qirkirinê hesab bên xwestin û ew werin darizandin. Lê mixabin hîna ev jenosîd ji aliyê hikûmeta Iraqê ve nehatiye qebûlkirin. Hê jî ji DAÎŞ û hevkarê wê hesap nehatiye xwestin. Bi hezaran Êzidî teslîm nebûn û dawî li jiyana xwe anîn. Hin jinan zendên xwe birîn û hin ji wan jî xwe ji zinaran avêtin. Bi hezaran lehengên vê qetlîamê hene. Gelek jin bûne sembola îradeyê. 19 jinên ku dev ji baweriya xwe bernedan di meha Remezanê de li Mûsilê bi saxî hatin şewitandin. Em dizanin ku em di kîjan ezmûnî re derbas bûne. Lewma niha di bin pêşengtiya YJŞ’ê de parastina me heye. Em dizanin ku ev parastin ji bo hebûn û jiyanê pêwîst e.
Li Rojhilata Navîn roj nîne ku jin rastî êrîşan neyên. Ev 2 sal in li Efganistanê jin rewşa qetlîamê dijîn. Bi tevahî mafê jiyanê ji destê jinan hatine girtin. Tişta ku li wê derê bi serê jin û civakê tên kirin, ji ya ku jin û civaka Êzidî di sala 2014’yan de jiyane ne cuda ye. Bi vê wesîleyê em têkoşîn û berxwedana xwişkên xwe yên Efganîstanê silav dikin û dibêjin em li gel we ne. Têkoşîna hevgirtî ya jinan wê desthilatdariya mêr teqez bin bixîne.
Jinên Feylî, Mesîhî, Kakeyî û Zerdeştî jî dibin hedefa zîhniyeta serdest a mêr û bi gelek komkujiyan re rû bi rû mane. Li ser vê bingehê em dizanin ku bi têkoşîna hevpar wê pêşî li komkujiyên jinan bê girtin. Em jin em ê ji çeteyên DAÎŞ’ê û hevkarên wan hesab bipirsin. Em ê ji bo jiyana hevpar a hemû jin, bawerî û civakan têbikoşin û jiyana azad pêş bixin. Li ser vî esasî em di wê baweriyê de ne ku nîqaşên ku wê di vê konferansê de bên kirin wê bibin hêmanên avakirina jiyana azad.”
WÊ JIYANA HEVPAR A JINAN AZADIYÊ BÎNE
Di konferansê de Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Swêd mafê axaftinê girt û wiha got, “YPG û YPJ’ê mil bi mil li ber xwe dan û di fermanê de ji bo rizgarkirina Êzidiyan ji qirkirinê korîdor ava kirin. Tevî ku 9 sal di ser fermanê re derbas bûye û gelek welat fermanê weke qirkirinê pênase dikin jî, gelê Êzidî hê jî di bin êrîşan de ye. Têkoşîna hevpar a jinan wê jiyana azad pêş bixe.”
EM KONFERANSÊ PÎROZ DIBÎNIN
Di peyama RJAK'ê de wiha hate gotin: "Di êrîşên qirkirinê de jin her tim bûn hedefa esasî. Di qirkirina Êzidiyan de jinan berdêla herî giran dan. Di Komkujiya Helebce û Enfalê de dîsa jin bûn qada civakî ya herî zêde hedef hatin girtin. Mixabin îro jî li Efganîstanê berdêla herî mezin jî jin dide.”
Li ser navê KJAR’ê Rozerîn Kemanger jî axivî û wiha got:
“Tenê demeke kurt ji bo yekemîn salvegera serhildana Jin Jiyan Azadî ku par li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir ma.Çeteyên DAÎŞ, rejîma Îranê û Talîban berhemên heman zihniyetê ne. Ev çeteyên ku xwe dispêrin zîhniyeta serdest a mêr û êrîşên qirkirinê pêk tînin, îro di vê konferansê de yek pêkhateyê jî nas nakin. Li ser vî esasî em vê konferansê pir pîroz dibînin. Em ji destpêkê ve bi jinên Şengalî re di nava têkiliyê de ne. Em silavên xwe ji jinên Efganîstanê re jî dişînin. Jinên Efganîstanê îro di nava berxwedaneke mezin de ne.Weke KJAR'ê em dizanin ku heta jin têkoşîn nekin zîhniyeta serdest a mêr têk naçe."
EM KOMKUJIYAN ŞERMEZAR DIKIN
Li ser navê jinên Bakurê Kurdistanê Nurten Çelebî axaftinek kir. Nurten Çelebî got ““Em weke jinên Bakurê Kurdistanê qetlîamên li ser jinên Efganîstanê û Êzidî şermezar dikin. Li Başûrê Kurdistanê jî jin li kolanan tên qetilkirin. Bi hezaran jinên weke Nagîhan Akarsel li van kolanan hatin qetilkirin.
Em kampanyaya ku KJK’ê ji bo jinên Efganîstan û Êzidî daye destpêkirin silav dikin û piştgirî didin.”
PDK’Ê BI DAÎŞ’Ê RE LI HEV KIR Û ŞENGAL FIROT
Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Suham Şengalî di konferansê de axivî û bal kişand ser van tiştan:
“Em hemû beşdaran bi rêzdarî silav dikin. Di ser fermanê re 9 sal derbas bûn. Di vê mehê de li dijî gelê Êzidî gelek êrîş û komkujî hatin kirin. Seîd û malbata wî, Mam Zekî di meha Tebaxê de bûn hedef û şehîd bûn. Komkujiya Sîba Xêr û Til Izer jî di vê mehê de pêk hat.
Yek ji gelên herî qedîm ê vê xakê Êzidî ne. Gelek pêkhate bi hezar salan li van axan dijîn. Bawerî û çanda gelê Êzidî sedema bingehîn a komkujiyên li dijî wan e. Ji ber ku ev çand çanda jiyana xwezayî ye. Tevî ku gelê Êzidî 74 caran bi qirkirinê re rû bi rû ma û xwest ji dîrokê were paqijkirin jî, Êzidiyan carekê jî êrîşî civakekê nekir û dijminatiya civakekê nekir. Jin di civaka Êzidî de xwedî roleke pêşeng e. Tevî 74 fermanan jî jinan hişt ku civaka Êzidî çanda xwe biparêze. Ji bo sedema fermanan were fêmkirin, divê çand, bawerî û zimanê wê civakê were naskirin. Di parastina van hemûyan de rola sereke ya jinên Êzidî heye, baweriya Êzidiyatiyê civakeke xwezayî ye. Yek ji civakên herî nêzî xwezayê ye. Jin ji ber têkiliya xwe ya bi xwezayê re pîroz tê dîtin.
Tevî ku 74 caran hatiye qeydkirin jî, civaka Êzidî zêdetirî 150 komkujî û fermanan dîtine. Kî hişt ku di dîrokê de Êzidî rastî ewqas ferman û qetlîaman bên? Di belgeyên veşartî yên Osmaniyan de tê dîtin ku bi dehan komkujî pêk hatine. Nifûsa Êzidiyan ji 40 milyonî daketiye 1 milyonî. Ev hemû ferman eşkere dikin ku qirkirinek heye.
Êzidiyan di sedsaleke wisa de ku hemû cîhan di saniyeyekê de ji her bûyerekê haydar dibe, qirkirinek jiya. Ev qirkirin li ber çavên cîhanê pêk hat. Mirov ji birçîbûn û tîbûnê mirin. Mixabin hemû cîhanê temaşe kir.
Li Şengalê 12 hezar pêşmerge hebûn, lê bêyî ku guleyek jî biteqînin reviyan. Em dibêjin pêşmergeyên PDK'ê reviyane, lê ya rast ev e ku PDK'ê bi DAÎŞ'ê re peyman çêkir û Şengalê firot. Ji ber vê yekê em di darizandina berpirsyaran de bi israr in.”
LI SER FEYLIYAN JÎ GELEK KOMKUJÎ HATE KIRIN
Li ser navê jinên Feylî Esra Mihemed jî axivî û got, “Li Iraq û Îranê Feylî ji hev hatine cudakirin û hewl hatiye dayîn ku asîmile bikin. Ji ber ku em li Iraqê ne, ez dixwazim li vir behsa serpêhatiya Feylî bikim.
Her çendî tê gotin ku Feylî piranî li Bexdayê dijîn jî, Feylî li gelek bajaran dijîn û bi piranî bazirganiyê dikin. Her çiqas tê zanîn Feylî di sala 1980’î de li Iraqê hat qetilkirin jî di salên 1960-1970’an de û heta salên 1950’î jî komkujî pêk hatin. Helbet komkujiya herî mezin di sala 1980’an de ji aliyê rejîma Baas ve hat kirin. Dikare bê gotin ku bazirganiya Bexdayê wê demê di destê Feylîyan de bû.
Di sala 1980’an de hemû Feylî tevî zarokan ji Bexdayê ber bi Îranê ve hatin sirgûnkirin. Destûr nedan ku tiştek bi xwe re bibin. Hemû mal, erebe, nasnameyên wan hatin desteserkirin. Vê gavê li ser nasnameya me notek taybet tê avêtin. Ji ber vê yekê em biçin kur jî, dema ku nasnameya me tê kontrolkirin, tê zanîn ku em Feylî ne.
Di sala 1980’an de hemû jin avêtin ser sînorê Îranê, lê hemû mêr di zindanan de hatin girtin. Rejîma Baas hinek ji wan îdam kirin.
Dîsa hin kes bi çekên kîmyewî hatin kuştin. Gelek kes hatin tecawizkirin. Ne tenê leşkerên Ereb, hevkaran jî sûcê destavêtinê kirine. Min nizanîbû ji ber ku ez wê demê ciwan bûm, lê dema ez mezin bûm hîn bû ku bi dehan jin rastî destavêtinê hatine.”
ÊŞÊN ME HEVPAR IN
Li ser navê jinên Kakeyî Nazdar Qudret mafê axaftinê girt û got, “Em jî li gelek welatan belav bûne û bi gelek komkujiyan re rû bi rû mane. Sedema ku em van komkujiyan dijîn bawerî û çanda me ye.
Dema çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Mûsilê kirin cihên pîroz ên Kakaiyan hatin şewitandin û hilweşandin. Li hemberî jinên Kakeyî êrîşên zayendî û psîkolojîk hatin kirin. Di serdema rejîma Baasê de Kakayî rastî gelek zext û êrîşan hatin.
Em êşên Feylî û Êzidiyan parve dikin. Ji ber ku me heman êşê jiyaye.”