Li Tirkiyeyê meha Tîrmehê herî kêm 26 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin
Hate ragihandin ku di meha Tîrmehê de herî kêm 26 jin û 2 zarok hatine qetilkirin. 9 jin û 4 zarok jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Hate ragihandin ku di meha Tîrmehê de herî kêm 26 jin û 2 zarok hatine qetilkirin. 9 jin û 4 zarok jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî daneyên JINNEWS'ê; di meha Tîrmehê de 26 jin û 2 zarok hatin qetilkirin. Her wiha 9 jin û 4 zarokan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de hewl dan çêbû ku 4 jin bên qetilkirin.
Ji jinên hatine qetilkirin 9 jê ji hêla hevjînên xwe ve hatin qetilkirin ku ji wan 4 jê di pêvajoya hevberdanê de bûn. Her wiha li gorî çeteleya tundiyê; 7 jin ji hêla hevalê xwe yê mêr ve, 3 jê ji hêla kurên xwe ve, 2 jê ji hêla mêrê ku hevberdabûn, 2 jê ji hêla nas-xizmên xwe ve, yek jê ji hêla destgirtiyê xwe ve, yek jê ji hêla hevalê xwe yê kar ve hate qetilkirin. Jineke hatiye kuştin jî nayê zanîn bê ka çiqas nêzî faîl e.
Bajarên herî zêde jin lê hatine qetilkirin jî wiha ne: "Li Stenbolê 7, li Mêrsînê 2, li Enqereyê 2, li Nevşehîrê 2, li Manîsayê 2, li Bursayê 1, li Antalyayê 1, li Çorumê 1, li Mêrdînê 1, li Samsunê 1, li Êlihê 1, li Dîlokê 1, li Sakaryayê 1, li Gîresûnê 1, li Meletiyê 1 û li Îzmîrê jî jinek hate qetilkirin."