JIN
Hemû Nûçe
-
Jinên bi destê dewleta Tirk hatin qetilkirin, li Êlihê hatin bîranîn
6 Jinên Kurd ên şoreşger ên ku bi destê dewleta Tirk li Parîs û Silopyayê hatin qetilkirin, li Êlihê hatin bibîranîn. -
Aygul Dokû: Gulîstan 4 sal in di nava tarîtiyê de ye
Malbata Gulîstan Dokû ku 4 sal in aqûbeta wê zelal nebûye, hat Dersimê û banga "Gulîstan 4 sal in di nava tarîtiyê de ye, bila ev tarîtî bi dawî bibe" kir. -
MKG: 168 rojnamevên jin hatin darizandin, 11 girtî ne
Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê rapora xwe ya têkildarî binpêkirina mafên rojnamevanên jin ên sala 2023'an eşkere kir ku diyar kir ku 168 rojnamevanên jin hatin darizandin, 11 jê girtî ne. -
Viyan Leyla: Pêwîstiya rêxistiniyê her tim bi têkoşînê heye
Endama PAJK'ê Viyan Leyla got, "Li dijî jiyana ku sîstem ferz dike, divê têkoşîneke rêxistinbûyî bê meşandin. Wekhevî, hurmet û bawerî nebe, îradeya azad jî nîne." -
'Em kolanên Parîsê dagirin, hesabê komkujiyan bipirsin'
TJK-F û CDK-F'yê bal kişandin ser komkujiya Parîsê û gotin, "Di serî de jin hemû em bang li gelê Kurd û dostan dikin ku 6'ê Çileyê kolanên Parîsê dagirin." -
Di 2023’yan de li Fransayê 94 jin hatin qetilkirin
Wezareta Edaletê ya Fransayê daxuyand ku di sala 2023’yan de bi tevahî 94 jin ji aliyê hevjîn an jî hevjînên xwe yên kevin hatine qetilkirin. Wezaretê diyar kir ku li gorî salek berê qetlîamên jinan ji sedî 20 kêm bûne. -
Navendên Lêkolînên Qada Sosyo Polîtîk: Di salekî de 385 jin hatin qetilkirin
Navenda Lêkolînên Qada Sosyo Polîstîk ragihand ku di sala 2023’yan de 385 jin hatin qetilkirin, 310 jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. -
KCDP: Mêran di sala 2023’yan de 315 jin qetil kirin
KCDP: Mêran di sala 2023’yan de 315 jin qetil kirin Li gorî rapora sala 2023’yan a KCDP’ê mêran di nava salekî de herî kêm 315 jin qetil kirin, 248 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. -
‘Em ê li dijî zihniyeta qeyûm hîn bêhtir xwe rêxistin bikin’
Endama Desteya Rêveber a Komeleya Jinan a Rosa Halîme Akyol diyar kir ku ew ê li dijî zihniyeta ku hewl dide jinan ji jiyanê qut bike, li her deverê hîn zêdetir xwe bi rêxistin bikin. -
Li Stockholmê wê Konferansa ‘Jin Jiyan Azadî’ bê lidarxistin
Li paytexta Swêd Stockholmê wê du rojan konferanseke girêdayî berxwedana jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bê lidarxistin. -
Ji bo rojnamevanên ku nûçeyên Jîna Emînî çêkirine, qedexeya hevdîtinê
Hat ragihandin ku, ji bo rojnamevanên ku nûçeyên têkîldarê Jîna Emînê çêkirine û hatine girtin, qedexeya telefon û hevdîtina ligel malbatê hatiye dayîn. -
Berxwedana jinên Belûcî ya li dijî terora dewleta Pakistanê hat silavkirin
Tora Jinên Pêşerojê Radiçînin jinên li dijî terora dewleta Pakistanê meşiyan silav kirin û gotin, “Em ji bo dewleta Pakistanê hesabê zilm û hovîtiyê kiriye bide û daxwaza edaletê dikin." -
JINNEWS: Sala 2023’an herî kêm 320 jin hatin qetilkirin
Li gorî bîlançoya JINNEWS’ê, sala 2023’an herî kêm 320 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin û 189 jin jî bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. -
TJK-E: Komkujî û komployên we wê nikare rê li ber şoreşa jinan bigire!
TJK-E: Em ji desthilatdaran re dibêjin ku hemû komkujî û komployên we yên ji Îmraliyê heya Parîsê wê nikare rê li ber pêşketina tekoşîna gelê Kurd û şoreşa jinan bigire. -
Hejmara Çileyê ya Newaya Jin derket: Divê têkoşîna edaletê bi gerdûnî bibe
Hejmara 226'an a rojnameya mehane ya jinê Newaya Jin bi manşeta “Divê têkoşîna edaletê bi gerdûnî bibe” derket. -
KJK: Şoreşa jin û mirovahiyê wê bi ser bikeve
KJK’ê bi wesîleya sala nû peyamek weşand û bang li hemû jinan û kesên ku ji bo jiyaneke bi wate xwedî hêvî ne, kir ku li dijî dewleta desthilatdar şoreşa azadiyê ava bikin. -
Li Rojava jin wê sala 2024’an bi projeyên piralî û ruhê berxwedanê pêşwazî bikin
Endama Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed got: “Tevî şerê taybet û êrîşan jî weke Kongra Star me hem di şoreşê de, hem jî di nava civakê de pêşengî kir.” -
Li Konyayê jinek û zaroka wê hatin qetilkirin
Li navçeya Şeydişehirê mêrê bi navê Bekir Dogan Ayşe Gezer a dev jê berdabû û keça xwe Nur Dogan bi çekê qetil kir. -
Bêrîvan Bahçecî: Îsal wê bibe sala têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan
Berdevka Melîsa Jinan a DBP'ê Bêrîvan Bahçeçî diyar kir ku jinan hêrsa xwe veguherandiye rêxistinbûnê û got: "Sala 2024’an wê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan." -
‘Jinan bi şoreşa Jin Jiyan Azadî derbeya herî mezin li rejîmê xist’
Endama Koordînasyona KJAR’ê Peyman Viyan diyar kir ku jinan bi şoreşa Jin Jiyan Azadî derbeya herî mezin li rejîmê xist û got ku şoreş bi Kurdistanê re sînordar nema, li hemû cîhanê belav bû. -
Nexweşa şekir û KOAH’ê Hanîfe Arslan nayê berdan
Rewşa girtiya nexweş a 76 salî Hanîfe Arslan her ku diçe giran dibe. Keça wê Reyhan Oren diyar kir ku divê demildest dayika wê tedawî bibîne û got: “Saziya Tiba Edlî û nexweşxane sûc dike.” -
Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê: Em ê hesab ji êşkencekar û tacîzkaran bixwazin
Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê di daxuyaniyê de got, “Cilên Hevseroka me ya bajêr Gonca Yangoz bi qestî ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye çirandin û bedena wê hatiye teşhîrkirin. Em ê hesab ji êşkencekar û tacîzkaran bixwazin.” -
KJK: Em destketiyên Rojava biparêzin
Koordînasyona KJK'ê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Kurdistanê şermezar kir û got, "Roj ew roj e ku li dora berxwedêrên Rojava û zindanan, berxwedan û têkoşîna hevpar mezin bikin." -
TJK-E: Em li her derê bibin dengê gelê Rojava
TJK-E’yê bang li hemû jinan kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk çalakiyan lidar bixin û peyama "Em li her derê bibin dengê gelê Rojava" da. -
Koçyîgît: Jin li hemberî tundiyê bêparastin man
Parlamentera Qersê ya DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku qeyûman piştî dest danîn ser şaredariyan yekser êriş birin ser saziyên jin, ciwan, çand û ziman û got, "Mejiyê qeyûm xwest ku jinan ji her qadê bibe."