BI DÎMEN

Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê wekheviyê ji xwe re dike pîvan - IV

Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê ku tevlî amadekirina qanûnên demokratîk ên têkildarî jin, zarok û malbatê bû, dixwaze bi malbateke demokratîk hişmendiyeke demokratîk û wekheviyê pêk bîne.

Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li gorî pîvanên civakî û exlaqî edaletê pêk tîne, di 16'ê Mijdara 2018'an de ava bû. Meclîs ku jiyaneke komunal a demokratîk, civakeke civakî ya demokratîk, jiyaneke hevpar a azad û azadiya jinê tercîh dike, ji pîvanên demokrasiyê, wekheviyê û parastina mafên jinê tawîzê nade.

Di beşa dawî ya dosya me de Endama Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Atiye Yûsûf qala pêşengiya jinê ya li nava sîstema edaletê kir.

Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê di sala 2023'an de dozên bi vî rengî birêve bir: 681 dozên cihêbûnê, 235 dozên pir zewacî, 41 dozên zewicandina di temenê zarokatiyê de, 908 dozên tundiyê, 608 dozên malbatî, 27 dozên qetilkirinê, 5 dozên hewldana qetilkirinê, 41 dozên biçûkxistina jinê, 18 dozên destavêtinê, 18 dozên întiharê, 27 dozên hewldana întiharê, 12 dozên xiyanetê, 22 dozên fûhûşê, 4 dozên revandinê, 120 dozên gumanbariyê, 169 dozên nafakayê, 261 dozên nafaka zarok, 22 dozên standina zarok ji jinê, 6 dozên reşkirinê, 11 dozên xiyaneta li emanet, 161 dozên gefxwarinê, 57 dozên mîrateyê, 13 dozên zewaca neqanûnî, 71 dozê diziyê, 41 dozên sextekariyê, 43 dozên narkotîkê, 11 dozên desteserkirina milkiyetê bi giştî 3 hezar û 633 doz.

DI DEMA REJÎMÊ DE WEKHEVÎ TUNE BÛ

Atiye Yûsûf anî ziman ku di dema rejîma Baasê de sîstemek têkildarî meclîsa jinê tune bû û got, "Jin weke dadger di dadgehê de hebûn, lê belê hejmara wan zêde nebû. Li dadgehê giştî dîtina du dadgeran mûcîze bû. Parastina jinê û mafên jinê, wekheviya jin û mêr di Destûra Bingehîn de hebû, lê belê tenê li ser kaxizê bû. Bi kurtasî li gorî Destûra Bingehîn her kes wekhev bû, lê belê di pêkanînê de wekhevî û edalet tune bû. Şahidiya du jinan li beranberî şahidiya zilamekî bû. Di parvekirina mîrateyê de jî newekheviyeke mezin hebû. Mafê jinê di mafê mîratê de bi qasî ku tune bû. Di Qanûna Sûc û Ceza de newekheviya navbera jin û mêr bi hêsanî dihate dîtin. Rewşên ku di nava civakê de weke pirsgirêka exlaqî dihate pênasekirin, mijarên mîna sînorê temen ê zewacê jî ji aliyê nekweheviyê ve di asta herî bilind de bû."

BI RÊXISTINIYÊ BER BI WEKHEVÎ Û EDALETÊ

Atiye Yûsûf diyar kir ku sîstema edaletê ya ku bi Şoreşa Rojava re ava kir, pêşketineke nû ye û got, "Ji Mala Jinê heta bi Meclîsa Edaletê ya Jinê, jinan ev destketî bi hêsanî bi dest nexistin. Têkoşîna li dijî mejiyê baviksalariyê hêsan nebû. Mala Jinê ava bû, nerazîbûn zêde bûn. Nerazîbûna li hemberî sîstemên piştî Mala Jinê ava bûn, kêm nebû. Li gel Meclîsa Edaletê nekarîbûn xwe li avakirina Meclîsa Edaletê ya Jinê rabigirin. Weke meclîseke pêwîst nedihate dîtin. Jinan di Meclîsa Edaleta Jinê de israr kirin. Destnîşan kirin ku divê mafên jinê bêne parastin. Her ku rêxistiniya jinê xurt bû, parastina mafên jinê jî hêsan bû. Mala Jinê û Qanûna Jinê di rewşeke welê de ava bûn ku hem pêwîstî pê hebû hem jî şert û merc guncaw nebû. Lewma encama dihate xwestin bi dest neket. Aliyên xwe yên kêmmayî hene. Di nava şert û mercên şer de sûcên welê dihatin kirin ku me nedibihîst, nedidît û qet lê rast nedihat. Ji aliyê şert û mercên darizandinê û mekanîzmayê ve aliyên me yên kêmmayî hebûn. Ji zewicandina di temenê zarokatiyê heta bi tundiya li jinê, tundî zêde bû. Di rewşeke bi vî rengî de pêwîstî bi Qanûna Jinê hebû. Me zewicandina di temenê zarokatiyê de, tundiya li jinê, pir zewacî red kir. Di Qanûna Sûc û Ceza de me hewl dan wekheviyê pêk bînin."

DI BIN ÇAR SERNAVÊN BINGEHÎN DE KAR TÊ KIRIN

Atiye Yûsûf ragihand ku Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê ji çar beşên Mala Jinê, Komîteya Lihevanînê, Dîwana Edaletê û Akademiyê pêk tê û got, "Ji bo pêkanîna vê sîstema rêxistinî pêwîstî bi meclîsê hebû. Di vê çarçoveyê de Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê ava bû. Jinên di nava Mala Jinê, Komîteya Lihevanînê û Dîwana Edaletê de bûn, endamên meclîsê bûn. Meclîs bi karê perwerdekirina jinê rabû. Di vê çarçoveyê de li Rimêlan û Amûdê akademî hatin avakirin. Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê bû modeleke nû. Rêxistinên jinan ên ji derveyî welat tên li pêşberî sîstemê matmayî dimînin, bala wan dikişîne. Sîstema parastina mafên jinê û rêbaza wan a têkoşînê ji bo van rêxistinan tiştekî nû ye."

NÛNERÊN MALA JINÊ MÎNA PARÊZERAN E

Atiye Yûsûf anî ziman ku Mala Jinê û Komîteya Lihevanînê pirsgirêkên ku nikarin çareser bikin digihînin ber destê dadgehê û got, "Nûnerên Mala Jinê ji aliyê parastina mafên jinê ve weke mirovek li aliyê jinê di dadgehê de xwedî mafê gotinê ye. Mîna parêzerekî ye, ji ber ku li akademiyên me perwerdeyên li ser edalet, qanûn û demokrasiyê werdigirin. Li dadgehan bi qasî ku ji destê me tê weke temsîliyeta wekhev em cih digirin. Ji xwe dema pirsgirêkek rû dide Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê yekser tevlî mijarê dibe.

DIVÊ EM XWE BISPÊRIN HÊZA XWE

Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê wekheviya jin û mêr ji xwe re dikev pîvan. Ji bo avakirina malbateke demokratîk, ji bo parastina hurmet û hezkirinê têdikoşe. Li nava civakeke ku edalet pêk hatiye, demokrasî û wekhevî jî pêk tê.

Atiye Yûsûf herî dawî got, "Weke jin divê em xwe bispêrin hêza xwe. Ji ber ku bi kesayetên xurt bi bicihanîna edaleta civakî em dikarin mafên xwe bi dest bixin. Bidestxistina maf jî ji ber xwe ve nabe, dema ku mirov xurt be dikare mafê xwe bi dest bixe."