Halîde Turkoglû: Li dijî êrîşên li ser jinan divê em jiyana birêxistinkirî mezintir bikin

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû wiha got: ‘’Li Kurdistanê li dijî jinên ciwan qirkirin heye. Çareserî mezinkirina jiyana birêxistinkirî ye.’’

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû beşdarî merasîma bîranîna jinên ku di encama tundiya mêran û dewletê de hatine kuştin, bû.

Halîde Turkoglû di bîranîna ku li Heskîfê hate lidarxistin, de axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Li vî welatî û li Kurdistanê bi polîtîkayên şerê taybet her roj bi awayekî bi guman jin tên qetilkirin. Em îro ji bo eşkerekirina polîtîkayên ku dibin sedema van mirin û windayan li vir kom bûne. Weke hûn jî dizanin desthilatdariya AKP û MHP'ê girêdayî rejîma şer dixwaze vê civakê pûç bike û polîtîkayên xwe yên qirêj pêk tîne. Hem tunekirinên fîzîkî û hem jî yên çandî pêk tîne. Desthilatdariya serdest a mêran bi tunehesibandina jinan, hewl dide ku hebûna bidomîne.’’

Halîde Turkoglûyê di berdewamiya axaftina xwe de ev yek jî anîn ziman: ’’Li Kurdistanê bi polîtîkayên şerê taybet li dijî jinên ciwan qirkirin heye. Hevalên me yên jin bi destê dewletê tên windakirin. Ev di şexsê Gulîstan Dokûyê de pêk hat. Dixwazin berê hevalên me yên jin bidin xwekuştinê û  mirinên bi guman pêk tên. Mêr jî bi polîtîkayên bêcezakirinê bi rehetî di nava civakê de digerin. Ev di şexsê Îpek Erê de pêk hat. Li vî welatî di şexsê kujerê bi navê Mûsa Orhanî de jî polîtîkayên bêcezakirinê her roj rûyê xwe yê qirêj nîşanî me dide. Em dikarin mînaka Rojwelatê jî lê zêde bikin. Hewce ye em hesabê van hemûyan bipirsin. Em jin ne mecbûr in ku li gorî xwestek û polîtîkayên dewletê yên qirêj ên li ser jinan bijîn û werin qetilkirin. Li girtîgehan jî bi heman polîtîkayên şerê taybet ev yek li ser jinan tên ferzkirin. Ez dixwazim bibêjim ku li girtîgehan jî li ser jinan qirqirineke mezin heye.’’

Halîde Turkoglûyê axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Em dubare diyar dikin ku em ê ji dewleta mêr hesabê bipirsin. Em dizanin ku rêya çareseriya vê yekê jiyaneke birêxistinkirî ye û em weke jinan em ê jiyaneke birêxistinkirî mezintir bikin.’’