Li Amedê li ber girtîgehê starta çalakiyên 8’ê Adarê hate dayîn

Li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa D a Amedê ji aliyê Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) ve starta çalakiyên 8’ê Adarê hate dayîn.

Bi çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê bi daxuyaniyê starta çalakiyên 8'ê Adarê da. Gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Di 8’ê Adarê de, bi dirûşmeya Jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve” hat vekirin. Daxuyanî ji aliyê endama Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosayê Ayşe Çelik hat xwendin.

Jinan dirûşma "Jin, jiyan, azadî", "Gultan Kişanak rûmeta me ye" berz kirin.  

Çelîk, di daxuyaniyê de got ku tecrîd wekî tundiyê li jinan vedigere û jin ji derveyî pêvajoyên çareseriyê tên hiştin. Çelîk, got: “Em ê ji mafên xwe, ji têkoşîn, zimanê dayikê, nasname, xweza û azadiya xwe tawîzê nedin.”

Çelîk, banga mezinkirina têkoşîna hevpar kir û got dê piştevaniya xwe ya bi jinan re xurt bikin.

Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya jî piştî daxuyaniya hevpar axivî. Kaya, bal kişand ser Gultan Kişanak û got tevî cezayê wê qediyaye jî nayê berdan. Her wiha Kaya bal kişand ser girîngiya 8'ê Adarê û got wan têkoşîna xwe ji rêhevalên xwe yên bedel dane girtine.

Ji çalakvanên Nobeta Edaletê Meryem Soylu ji bo edalet û aştiyê bang kir.  

Piştî axaftinan ji bo aştiyê kevok hatin firandin.

Piştî daxuyaniyê jin derbasî Postaxaneya Rezanê bûn û ji jinên girtî re qert şandin.