Ji Newaya Jin hejmara taybet a ji bo 8 û 21'ê Adarê

Rojnameya Jinê Newaya Jin bi wesîleya 8'ê Adarê û Newrozê giranî da ser berxwedana jinên Kurd a ku mohra xwe li serdemê dixin.

Rojnameya jinê ya mehane Newaya Jin ku li Ewropayê tê weşandin, hejmara xwe ya 228'an bi manşeta "Cejn biharbûna jiyanê ye" çap kir.

Analîzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên Adara 1996'an hatin berhevkirin û cih ji van gotinan re hate dayin, "Bi nêzîkbûna Newrozê re hest û fikir bi rastî jî ji her demê mezintir li her qada civakê belav dibin û vediguherin hêzeke madî. Cihê kêfxweşiyê ye ji bo yên ku bûne xwedî meşeke bi vî rengî."

GELÊN ŞOREŞÊ Û 8'Ê ADARÊ

Ji nivîskarên rojnameyê Rûşen Samsat bi 8'ê Adarê re bal kişand ser berxwedana jinên Kurd a ku mohra xwe li serdemê xistiye. Samsat got, "Jin dînamîka bingehîn a serdema şoreşa demokratîk a civakî û hêza formasyona îdeolojîk e. Cografya navendî ya vê hêzê Kurdistan e. Bêguman ev yek encama têkoşîna nîv sed salê ya bi zor û zehmetî hate meşandin, encama hişmend, rêxistinî û danheviya çandî ya vê yekê ye."

YÊN KU BÛN PIR DI NAVBERA 8'Ê ADARÊ Û 21'Ê ADARÊ DE

Nivîsa Denîz Nûrhak jî li ser şehîdên meha Adarê ye. Di nivîsa xwe ya bi sernavê "Jinên ku di navbera 8 û 21'ê Adarê de bûn pir" qala têkoşîna Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Bêrîvan û Ronahî û Sema Yuceyan kir.

Di rûpelên Kurdî de jî Berjîn Têkoşer qala jiyana têkoşînê û portreya Sema Yuce kir.

SEBAHAT TÛNCEL: WÊREKIYA JI BO AZADIYÊ

Siyasetmedara Kurd Sebahat Tûncel ku ji sala 2016'an û vir ve dîl hatiye girtin ji bo Newaya Jin gotarek nivîsî. Tûncel bal kişand ser 8'ê Adarê û têkoşîna jinê û got, "Em 'yên ku ewqasî ji jiyanê hez dikin ku di oxira wê de dikarin bimirin', li dijî sîstema ku jinê dikuje bi hêrs in, xurt in. Gelo dem nehatiye ku em têkiliya xwe ya bi serweriya mêr bibirin û jiyaneke azad ava bikin? Bi dîtina min dema wê hatiye. Pêwîstiya me tenê bi liv û tevgerê heye, ew wêrekî jî bi jinan re heye. Tenê em bi vê hêzê bihesin."

EM LI KU DEVERA VEGUHERÎNÊ NE?

Ji nivîskarên rojnameyê Hêja Zerya ji bo bîranîna Zelal Zagros a li Kerkûkê di meha Çileyê de bi sûîqestê hate qetilkirin li ser şoreşa jinê ya li Başûrê Kurdistanê, Havîn Guneşer jî ber bi 8'ê Adarê ve li ser bersiva ji bo pirsa 'Em li ku devera veguherînê ne' nivîsîn.

BI RUHÊ 'JIN, JIYAN, AZADÎ' BER BI 8'Ê ADARÊ VE

Roza Metîna têkildarî têkoşîna jinê ya li Bakurê Kurdistanê û 8'ê Adarê bi namzeta Hevşaredariyê ya Qoserê Hamdiye Bîlek û endama TJA'yê Xecê Şen re axivî. H erdu siyasetmedaran diyar kirin ku pêngava TJA'yê wê bi 8'ê Adarê re bigihêje asta herî bilind.

Zîlan Vejîn di gotara xwe de ya bi sernavê 'Bi Jin, Jiyan, Azadî re ber bi 8'ê Adarê ve' diyar kir ku dewleta Îranê ji ber tirsa ji pêla serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' darvekirina jinan zêde kir. Vejîn diyar kir ku zext bû sedem ku têkoşîna jinê hîn bêhtir xurt bibe.

HEVPEYMANA CIVAKÎ

Hevpeymana Civakî ku beriya çend mehan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate qebûlkirin bi Tirkî ji aliyê Zeynep Kizilirmak, bi Kurdî ji aliyê Şervîn Nûdem ve hate nirxandin. Herdu nivîskaran hevpeyman ji bo mayindekirina şoreşa jinê weke nîşaneyek ji bo israra radîkal a li ser xeta azadiya jinê pênase kirin.

BER BI BAJARÊN JINÊ VE

Rojnameyê cih da hilbijartinên xwecihî yên ku 31'ê Adarê bêne lidarxistin. Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bersiv da pirsên rojnamevan Nezahat Dogan û got, "Em ê bi jinan bi rê ve bibin." Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş jî li ser mijarê bi Kurdî nivîsî û got, "Hevserokatî modelkee veguherîna civakî ye." Ji nivîskarên rojnameyê Yûrdûsev Ozsokmenler jî di gotara xwe ya vê mehê de li ser feraseta bajêr a bi rengê jinê, rola jinê ya di rêveberiyên xwecihî de rawestiya.

TÊKOŞÎNA JINÊ Û EKOLOJIYÊ YEKPARE YE

Nivîsên ekolojiyê yên rojnameyê di çarçoveya 8'ê Adarê de hatin amadekirin. Guler Yildiz têkildarî têkoşîna jinê û mêtingeriya li ser xweza û jinê rawestiya. Li rûpelên Kurdî jî gotara Dengîr Guneş a li ser têkiliya felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' bi ekolojiyê re hate weşandin.

Fîdan Yildirim portreya Daphne Carûana Galîzîa amade kir ku li Maltayê bi sûîqestê hate qetilkirin. Ji bo bîranîna Nûjiyan Erhan a ku sala 2017'an meha Adarê li Şengalê hate qetilkirin, nivîseke Erhan a beriya şehîd bikeve li ser Şengalê amade kiribû, di rojnameyê de hate weşandin.

Hejmara vê mehê ya rojnameyê li navnîşana newayajin.net dikare bê peydakirin.