PAJK: Divê jin hemû biherikin qadên 8 'ê Adarê!

Koordînasyona PAJK'ê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir û bang li hemû jinan kir ku her rojê bi îsyana 8'ê Adarê pêşwazî bikin û biherikin qadên 8'ê Adarê.

Koordînasyona PAJK'ê têkildarî 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek nivîskî weşand.

PAJK’ê di daxuyaniya xwe de got, “Di şexsê Clara Zetkîn, Rosa Luxemburg, Alexandra Kollontaî, Leyla Qasim, Sakîne Cansiz, Zeynep Kinaci, Sema Yûce yên ku 8’ê Adar’an afirandin û wek şopdarên wan Delal Amed, Bêrîvan Zîlan, Delal Pazarcix, Leyla Sorxwîn, Gûlçiya Gabar, Şîrîn Elemholî, Şîlan Kobanê, Zîlan Konya, Leyla Wan, Rêhan Amûdê, Bîşeng Brûsk-Sara Hogir û hevrê Zelal Hesekê ya ku 18’ê Çile’yê li Kerkûk’ê di encama êrîşa nemerdane de hatî şehîd xistin de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bîr tînin. Di şexsê hevrê Sara Tolhildan û Rûken Zelal ku li çiyayên Kurdistanê ji têkoşîna azadiya jinê re di xeta fedaîtiyê de pêşengtî kirin de li pêş bîranîna hevrêyên xwe yên gerîlayên şehîd bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

Bawerî, wêrekî û ezma ku hevrêyên me yên dozê, bi şoreşa jinê pergala cîhana kapîtalîst dihejînin, wê hertim bibe zanebûna me ya 8’ê Adar ê. Li her cihê ku nefes lê heye wê wek îrade û ruhê têkoşînê bijîn. Wê wek çepera berxwedan û parastina cewherî mezin bibin. Mîrateya wan, wê bibe klawûza ku rêya me ronî dike.”

Koordînasyona PAJK'ê her wiha got:

“Em hevrêyên xwe yên YJA-Star ku meşaleya şoreşa azadiya jinê ne, fermandar û pêkhateyên binirx yên hêzên YPJ, HPJ, YJŞ’ê ku wek yekîneyên parastina cewherî ya jinê têdikoşîn, Berxwedanvanên Zindanan ku bi serkeftina îradeyê esaretê dişkînin, dayîkên me yên biêş ku dilê xwe bi ‘Nobetên Edaletê’ veguherandin çalakiyê û li pey şopa pîroziyê ne, hemû jinên ku li Kurdistan, Rojhilata Navîn û li her devera Cîhanê bi îradeya 8’ê Adar’ê radibin ser piyan û bi azweriya têkoşînê xwe rêxistin dikin, silav dikin û bi coşa xwe ya şoreşê em 8’ê Adara wan pîroz dikin.

Pergala serdest a zilam, bi hişmendiya zayendperest a kûr bûyî û  bi desthilatiya xwe ya xeter li hember jin û civakê şerê herî mezin dimeşîne. Şerê Cîhanê ê Sêyemîn ku şerê wê DYE, Îngîltere, Rûsya dikşîne û bi beşdariya netew-dewletên statukoperest yên heremî, di asta xwecihî-heremî-gerdûnî de bi hemû leza xwe berbelav dibe. Tiştên ku li Kurdistan, Filîstîn, Efxanîstan, Îran, Tirkiye, Iraq, Suriyê, Ûkrayna, Ermenîstan, di erdnîgariya me û cîhanê de tên jiyîn, di astek tirsnak de ye. Aqlê serdest yê zilam ku derveyî berjewendiya kapîtal, hêza hegemon û desthilatdariya xwe tiştek din nake xem, beriya ku cîhanê tune bike, mûdexele pêwîste. Di tabloya hovane de, pergala cîhana kapîtalîst di pêvajoya serûbinbûnê de bi şer, qirkirin, hilweşîna ekolojîk, xizanî, koçberî û dîsa bi qetlîamên jinan ku rûtîn bûye û tecawîza bipergal zêde dibe de, têkoşîna me ya jinê xwedî rolek dîrokî ye.

Em wek jin dikarin çarenûsa ku pergala baviksalar ji bo jin û gelên bindest afirandî xira bikin û di guherîna çarenûsê de diyarker bin. Di vê wateyê de perspektîfa 8’ê Adar’a 2024’an, di rastiya Şerê Cîhanê ê 3’yemîn de bi erk û wateyên nû bar kiriye. Stratejî û teqtîka tevgerên jinan û têkoşîna civakî di wateya jiyanî de ye. Li dijî şerê ji nû de dîzaynkirina pergala kapîtalîst û parvekirina emperyalîst a 3’yemîn, pêkanîna paradîgmaya çareseriyê, sekna me ya stratejîk û bernameya me ya têkoşînê ye.

YEKANE HÊZA KU PERGALA CÎHANÊ BIGUHERÎNE JIN IN

Ji bo rizgariya zayenda jinê, pergalek nû a cîhanê pêwîste. Di vê pêvajoya ku zayendperestî, olperestî, netewperestî mil bi mil dimeşe û dengê lingê faşîzmê wek şer û qirkirin zêdetir derdikeve de, pêwîste jin li derdora stratejiyek hevpar kom bibin û li dijî şerê gerdûnî yê emperyalîst têkoşîna azadiyê ya gerdûnî bidin. Yekane hêza ku pergala cîhanê biguherîne, jin in. Çalakiyên hemû hêzên dij pergalî û tevgerên civakî ku di pêşengtiya jinan de pêş dikevin, diherikin çemek hevpar. Ji bo ku ev çem wek şelaleyekê wek hêza guhertinê bikeve tevgerê, dem guncav e. Ev dema ku em tê de ne, serdema şoreşa jinê ye. Îşaret bi zayîna serdema azadiya jinê dike. Şert û merc didin xuyakirin ku, şoreşa jinê pêkan e. Em dikarin vê, bi avakirina pergala konfederal, bi mezinkirin û berbelavkirina yekîneyên berxwedaniya parastina cewherî ya jinan, bi feraseta ‘em bi hevre bihêzin’ di asta xwecihî-heremî-gerdûnî de xeta têkoşînê ava kirinê, bi çalakiyan avahiya serdestiya zilam hilweşandin û bi zêdekirina qadên azadiyê re, pêk bînin.

SERXISTINA HEMLEYA JI RÊBER APO RE AZADÎ, BANGA ME YA 8’Ê ADARÊ YE

Bi qasî paradîgmaya Rêber Apo berbelav bû, wek derketinek felsefî-dîrokî-sosyolojîk a gerdûnî ya nû jî bi kelecan xwedî lê tê derketin, ev tê dîtin û ev asta heyî îlham dide. Rêber Apo ji bo ku jin ji pergala baviksalar, mirovahî ji pergala kapîtalîst rizgar bibe û ji bo pergala civakî ya bi nirxên azadiyê barkirî û bi prensîbên demokratîk jiyanî dibe, çavkaniya îlhamê ye. Li dijî hêzên ku bi komploya navnetewî bûn mîmarê Îmralî, pêwîste hemû jin beşdarî hemleya ‘Ji Rêber Apo re Azadî’ bibin û beşên ku heya niha beşdar bûne jî bi awayek radîkal hemleyê bilind bikin, ev banga me ya 8’ê Adarê ye. Hemû Kurdistaniyên ku wek Filîstinê di bin tehdîd û xeteriya qirkirinê de ne, ji serkeftina hemleya ‘Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ berpirsiyarin. Serkeftina hemleyê wê azadiya jiyanê bîne, wê şer cihê xwe ji aştî û çareseriya demokratîk re bihêle. Lewma hemle, di şexsê Rêber Apo de ji bo jiyan û siberoja jin û gelan e. Li dijî zaliman serkeftina hemleyê zarûrî ye. Bi wesîleya 8’ê Adarê carek din Rêber Apo bi hezkirin, hûrmet silav dikin; heya ku Nemrud, Fîrewûn, Dehaqên roja me ya îro bin bikevin wek PAJK’ê em bi biryarin ku em ê di xeta fedayîtiyê de şerê xwe yê dîrokî bimeşînin. Wek hêza nûner û pêkhînerên paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya jinê ya Rêber Apo, berdêl çi dibe bila bibe teqez em ê serbixin.

Dawiya, Netenyahu yê ku serîde zarok û jin ji mirina deh hezaran kesan re rê vekir, desthilatiya Erdoxan ê faşîst ku ji Kurdan re qetlîamker ji Filîstînê re xwe dike hêza rizgarker û partiyên kontra PDK-HÛDAPAR yê hevkarên desthilatiya Erdoxan, hatiye. Li dijî hêzên pergala baviksalar ku jin, gelan li ser netew-dewletan dabeş dike, tûndiya mêr-dewletê zêdetir pêk tîne û zayendperestî aniye halê rejîmekê, di her astê de têkoşîn dayîn, sekna me ya hebûnîbûnê ye. Ji bo vê weke avakerên netewa demokratîk, em ê cîhana xwe bi konfederalîzma demokratîk bihûnin, bi zanebûna Jîneolojî ronî bibin û hevjiyanên azad pêş bixin, hilbijartin jî di nav de bi her cure rê û rêbazê em ê têkoşînê dewlemend bikin, desthilatdariyên baviksalar hilweşînin û rêveberiyên cewherî saz bikin.

EM HER ROJ BI ÎSYANA 8’Ê ADARÊ PÊŞWAZÎ BIKIN

Em diyar dikin ku em li gel jinên Filîstînî, li gel jinên ku li Efxanîstanê li dijî Talîban, li Îranê li dijî rejîma şerîatê, li Tirkiyê li dijî rejîma faşîst a Erdoxan berxwe didin, li dijî desthilatên Ereb yê dij-demokratîk û zextker têkoşîna demokrasiyê didin in. Li gel hevdû, mil bi mil ji bo ku li Rojhilata Navîn demokrasî û azadî kûlîlk vede, bi avakirina bihevrebûnên bihêz, em bawer dikin ku em ê erdnîgariya xwe bi aqil û destê jinê veguherînin bihûştê, bi vê wesîleyê em hemû jinên ku li her devera cîhanê; diafrînin, hildiberînin û kedkarin careke din silav dikin. Bi jinên ku çiyayan, kolanan, kargehan, her qad û deverî vediguherîne rengê azadiyê re, em ê ji nû ve şêwe bidin jiyanê. Em carek din bang dikin ku hemû jin her rojê bi îsyana 8’ê Adar’ê pêşwazî bikin, biherikin qadên 8’ê Adar ê.”