Ji bo 8’ê Adarê bang li hemû jinan hat kirin ku dakevin qadan

Jinên ku li gelek bajaran hatin cem hev bernameyên xwe yên 8'ê Adarê eşkere kirin û bang li hemû jinan kirin ku dakevin qadan.

Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê daxuyanî hatin dayîn û bang li hemû jinan hate kirin ku di 8'ê Adarê de dakevin qadan.

MÛŞ

Meclîsa Jinê ya DEM Partî û TJA’yê li ber Rêxistina Bajêr a Mûşê bi daxuyaniyek çapemeniyê starta çalakiyên 8’ê Adarê dan û bernameyên xwe eşkere kirin.

Di civînê de Namzeta Hevşaredariya Mûşê ya DEM Partiyê Tûba Sayigan, Wekîla DEM Partiyê Sûmeyye Boz, rêveberên bajêr û her wiha gelek jin amade bûn.

Aktîvîsta TJA’yê Çîçek Tutuş metna çapemeniyê xwend. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin, "Em ê li dijî qeyûmên ku vîna jinê xespkirine di 8’ê Adarê de hêrsa xwe bi awayekî herî xurt birêxistin bikin û bibêjin ‘Bi vîna jinê ber bi demokrasiya xwecihî re’. Em ê bibêjin ‘Her tim berxwedan, her tim azadî’ û bi motîvasyona ku em ji qadên 8'ê Adarê digirin, em ê li dora agirê Newrozê govenda herî xurt a jinan ava bikin."

Parlamenter Sûmeyye Boz, jî bal kişand ser politikaya giştî ya DEM Partiyê ya pergala hevşaredariyê û got ku ev pergal tirs xistiye dilê desthilatdar û zîhniyeta mêraniyê.

Bernameya 8'ê Adarê ya li Mûşê wiha ye:

"Di 3'ê Adarê de li Gimgimê û di 4'ê Adarê de jî li Milazgirê wê civîna jinan bê lidarxistin. Di 5’ê Adarê de wê li Têlî civîna jinan bê lidarxistin û piştre jî wê ji bo jinên girtî re kart bên şandin. Di 6'ê Adarê de wê civîna jinan li Kopê pêk bê û di 7'ê Adarê de jî li navenda Mûşê belavok wê bên belavkirin. Di 8'ê Adarê de wê li navenda Mûşê şahiya jinê bê lidarxistin."

AMED

Meclîsa Jinan a KESK'ê ya Amedê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li 1'emîn Şaxa KESK'ê ya Amedê daxuyaniya çapemeniyê da. Li eywana daxuyaniyê pankartên "Jin jiyan azadî" û "Nasname, beden û keda me ya me ye; em di têkoşînê de bi biryar di azadiyê de bi israr in" hatin daliqandin. Berdevka Demkî ya Meclîsa Jinan a KESK'ê Leyla Hatun Tuncer daxuyanî xwend. 
 
Tuncer bal kişand ser qeyranan û got fatureya qeyranan ji jinan re tê birîn û wiha domand, ”Em bang dikin ku em bi hev re têkoşînê mezin bikin."
 
Tuncer, da zanîn zihniyeta baviksalar jinan wekî hêza keda erzan dibîne û got jin di karê xwe de bi mobingê rû bi rû dimînin. Tuncer, diyar kir ku her roj civak xizan dibe û ewlehiya jinan tune ye. Tuncer, da xuyakirin ku polîtîkayên tecrîdê şertên jiyanê zehmet dike û bal kişand ser polîtîkayên qeyûman û banga têkoşîna bi hev re kir û daxwazên xwe rêz kir. 

ÎZMÎR

Li ser navê girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê ya Îzmîrê Kubra Fîlîz bi wesîleya 8'ê Adarê peyamek şand.

Di peyamê de wiha hat got, "Di roja me de yên ku biharê di ruhê xwe de hildigirin, li ser navê me hemûyan zivistana reş ji holê radikin û her kesî vedixwînin bihara jinan. Bi vê coşê em dîwaran derbas dikin û ber bi we ve tên."

MÊRSÎN

Meclîsa Jinan a DEM Partî û TJA’yê ya Mêrsînê jî li Parka Zarokan a Ozgur bi daxuyaniyeke çapemeniyê starta 8 'ê Adarê da. Dayikên Aştiyê, Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD), Komeleya Jinan a Mîmoza û gelek saziyên jinan beşdarî çalakiyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Rêxistina Bajêr a Mersînê ya DEM Partiyê Bedriye Kuş ve hate xwendin.

Bedriye Kuş, destnîşan kir ku li hemberî çalakiyên grevê yên girtiyan ku li dijî tecrîdê dane destpêkirin bêdeng mayîn, tê wateyê çavên xwe li mirinan girtine û got, “Em li bendê ne ku daxwazên mirovî yên berxwedêrên greva birçîbûnê di dema herî nêz de bi cih werin anîn."

Bedriye Kuş bernameya 8'ê Adarê wiha parve kir:

"Di 2'ê Adarê saet di 14:00’an de, piştî vekirina buroya hilbijartinê ya navçeya Şevket Semkîmer a li navçeya Akdenîzê, wê Nobeta Edaletê bê ziyaretkirin. 3'ê Adarê saet di 14:00’an de li navçeya Toroslarê wê panela berfireh a jinan bê lidar xistin. Di 4'ê Adarê saet 10:30’an de tevî ÎHD’ê wê bi awayekî hevpar qert ji jinên girtî re bên şandin. 4’ê Adarê saet 14:00’an li navçeya Yenîşehîrê wê meşa bi erbaneyan bê lidar xistin. 5’ê Adarê saet di navbera 10:00-15:00’an de serdana karkeran bê kirin. Di 6’ê Adarê saet 14:00’an de li buroya hilbijartinê ya taxa Çayê civîna jinan a berfireh a 8’ê Adarê bê lidar xistin. Di 7’ê Adarê de mal bi mal û li sûkê hemû roj wê belavok bên belav kirin. Mîtînga jinan a 8’ê Adarê li Taxa Şevket Sûmer a Akdenîzê saet di 12:00’an de wê pêk were. Her wiha 8’ê Adarê saet 18:30’an êvarê ji Kolana Kuşumato heta Qada Ozgecan tevî platforma jinan wê meşeke şevê ya femînîst bê lidar xistin.”