Li Wargeha Mexmûrê 8’ê Adarê: Jin jiyanê dihûnin

Meclîsa Îştar li Wargeha Penaberan a Mexmûrê starta pîrozbahiyên 8’ê Adarê da.

Meclîsa Îştar a li Wargaha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi dirûşmeya ‘Bi qêrîna Jin, Jiyan Azadî, dihûnin tevna jiyanê’ starta pîrozbaniyên 8’ê Adarê ango Roja Jinên Kedkar ên cîhanê, da destpêkirin.

Bivê armancê li ber derê Meclîsa Îştar a Mexmûrê bi kombûna jinên wargehê daxuyaniyek hate dayîn. Beriya ku daxuyanî bê xwendin deqeyek ji bo tevahî şehîdên azadiya Kurdistanê rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê Endama Rêveberiya Meclîsa Îştar Kader Kar daxuyaniya starat 8’ê Adarê xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“25 sal li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo re derbaz dibe û her roja ku diçe tecrîd girantir dibe. Tecrîda ku bi armanca tunekirina tevgera Kurd û tepisandina şoreşê tê girankirin, di kesayeta Rêber Apo de li ser tevahî mirovahiyê tê meşandin. Li ruxmê ewqas zehmetiyên tecrîdê, şert û mercên girava Îmralî, Rêbertî ji bo pêşxistina paradîgmaya Netewa Demokratîk û azadiya jinê têkoşînek bê hempa dide meşandin. Li beramberî sîstema desthilatdar a ku xwe li ser kolekirina fikir û îradeya jinê bi hêz dike, Rêbertî riya azadî û têkoşînê ji jinê re destnîşan kir. Li beramberî vê tecrîda ku di şexsê Rêber Apo de li ser jinê tê meşandin, êrişên di her qadê de li ser jinê ji aliyê zîhniyeta paşverû ve tê meşandin û jinê ji hemû mafê wê yê jiyanê qût dike, jinê weke mal û milkê xwe dibîne, di pêşengtiya jina Kurd de têkoşîn û berxwedan her roja ku diçe mezintir dibe û zîhniyeta sîstema desthilatdar têk diçe. Jinên Kurd bi hêza ku ji Rêbertî û xwedawendên xwe digre di her qada jiyanê de mîna çûka anka xwe ji xweliya xwe ji nûve di afirîne û bi rihê jina serhildêr li beramberî zîhniyeta paşvero radiweste.

Di her kêliya jiyana jinê de têkoşîn rola xwe ya serek lîstiye, ji destpêka dîrokê heta roja îro. Jin hertim wek kole, bindest û milk hatiye ravekirin. Di vir de ya ku ji me jinan tê xwestin rastiya heyîna xwe zanîn û naskirine. Em jin kîne çine. Em ne ya ku hatî kole kirin, bindest kirin û daxwazkirinin. Em jinin, em dayîkin, em şopdarên xwedawendan, em heyîna herî pîroz û binirxin. Emê bi têkoşîn û hevgirtina xwe, xwe ji bin pencên qirker yên sîstemê rizgar bikin. Jina ku bi hezaran salane hatî kolekirin wê rizgar bibe û ji bo wekhevî, edalet û mafên xwe têkoşîn bike.

Di roja 8’ê Adarê de bi sedan jin hatin qetilkirin, lê bi têkoşîn û keda jinan ew roj bû roja serhildan, berxwedan û kedê. Ne tenê di roja 8’ê Adarê de wê her roj, her kêlî têkoşîna jinan bilind bibe û xwe bigihîne lûtkeyê. Wê ev sedsal bi têkoşîna jinên Kurd û cîhanî bibe sedsala azadiya fîzîkî ya Rêbertî û azadiya jinê. Bi vê boneyê em wek Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) starta 8’ê Adarê bi dirûşma ‘Bi qêrîna Jin Jiyan Azadî dihûnin tevna jiyanê’ radigihînin û 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Rêber Apo, jinên Kurd û tevayî jinên cîhanê pîroz dikin. Li gorî vê wê di 1 û 2’yê Adarê de li ser têkoşîna jinan semîner were dayîn. Di 3 û 5’ê Adarê de li her çar semtan wê şano were pêşkêşkirin. Di 4’ê Adarê de ji bo xwandekarên amedeyî semîner were dayîn û wê di 6’ê Adarê de jî belavok werin belavkirin. Her wiha di 7’ê Adarê de jî wê meşek girseyî were lidarxistin û 8’ê Adarê jî wê şahî were lidarxistin.”

Herî dawî diruşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bijî Rêber Apo’ hatin berzkirin.