Li Başûr di 2 mehan de 13 jin hatin qetilkirin

Li Başûrê Kurdistanê di 2 mehan de 13 jin hatin qetilkirin yan jî neçarî xweşkuştinê hatin kirin.

Qetilkirina jinan û teşwîqkirina xwekuştina jinan, li Herêma Kurdistanê berdewame. Di nava du mehên borî de li cihên cuda yên Herêma Kurdistanê 13 jin hatine qetilkirin yan jî neçarî xwekuştinê hatine kirin ku di nava 23 rojan de ji van 13 jinan, 3 jinên ciwan bi agir berdana bedena xwe dawî li jiyana xwe anîn.

HEWLÊR

Di 8’ê Çileyê de li Hewlêrê, Rêveberiya Parastina Şaristaniya Hewlêrê ragihand ku di encama şewata li malekê de jinek ji netewa Ereb jiyana xwe ji dest da.

Di 13’ê Çileyê de li taxa Fermanberan ya Hewlêrê, li ber derê malê bi tîzavê êrişî jinek 40 salî ku dayika du zarokan, hate kirin. Piranî rûyê jinê û ji sedî 20’ê fizîka jinê ji ber tîzavê şewitiye. Li gorî agahiyan buyer ji aliyê hevjînê jinê ve hate pêkanîn, lê derbarê buyerê de kesek nehate binçavkirin.

SİLÊMANÎ

Di 3’yê Sibatê de li taxa Zergete ya bajarê Silêmaniyê jinek ciwan bi şêweyekî guman jiyana xwe ji dest da û polîsan derbarê buyerê de gotin: “Dawî li jiyana xwe aniye, lê hevjînê jinê jî hatine binçavkirin.”

KOYE

Di 23’yê Çileyê de jinek 78 salî di mala xwe de ku bi kêrê hatibû kuştin, mirî hatibû dîtin.

KERKÛK

Di 24’ê Çileyê de li bajarê Kerkûkê jinek 27 salî ku dawî li jiyana xwe aniyî di nava mala xwe de mirî hate dîtin.

Di 30’ê Çileyê de hate ragihandin ku jinek di encama bi şaşitî zarokek heft salî gule berdaye jiyana xwe ji dest da, lê piştre derket holê ku kujerê jinê hevjînê wê bû û hewl da bû rastiya buyerê veşêre.

XANEQÎN

Jinek 30 salî ku dayîka 2 zarokan bû, di encama şewatê de jiyana xwe ji dest da.

DÛZXÛRMATÛ

Li bajarokê Dûzxûrmatû, bavek bi şêweyek hovane êşkence li keça xwe ya 17 salî kir û piştre xwe ji serbanê de avêt xwarê û jiyana xwe ji dest da.

HELEBCE

Di dawiya meha Çileyê de xwendevanek keç di beşa navxweyî ya Zanîngeha Helebceyê de ket xwarê û jiyana xwe ji dest da ku ji bilî gotina ku ketiye xwarê û miriye, agahiyek din li ser buyerê nehate eşkerekirin.

DUHOK

Di 19’ê Sibatê de cenazeyê jineke ku xelkê Şengalê ye û li kampa Domîze jiyan dikir, li bendava Duhokê hate dîtin. Lê di derbarê sedema mirina jinê de ti agahiyek nehate belavkirin.