Li Wanê agir berdan wesayîtekê

Yekîneyên Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr li Wanê wesayîta kesekî ku fealiyetên tiryakê û fûhûşê dide kirin, dan ber agir.

Yekîneyên Wanê yên Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr di daxuyaniya dayî de ev agahî dan:

“Yekîneyên me li taxa Altin Tepe ya Wanê wesayîta kesê ku fealiyetên tiryakê û fûhûşê dide kirin, dan ber agir.

Şexsê bi navê ‘Yûsûf Yûrdakûl’ ji aliyê tîmên me ve hatiye şopandin û di encama şopandinê de hatiye tespîtkirin ku tiryak û fûhûşê dike.

Şevê di derdora saet 20.00’an de li ber mala wî me zirareke mezin da wesayîta wî ya ‘bi rengê reş Passat’. Divê ew û kesên ku mîna di nava pratîkên bi vî rengî de ne, bizanin ku ev çalakiyeke hişyariyê ye. Em ê destûr nedin ku li Kurdistanê tiryak, fûhûş û ferzkirina sîxûriyê bê kirin.

Yên ku li Kurdistanê tiryar û fûhûşê li ciwanan ferz dikin û bazara vê dikin, fealiyetên sîxûriyê dimeşînin û bi nirxên gelê me re dilîzin wê teqez bên cezakirin.

Weke Jinên Tolhildêr em bang li ciwanan dikin ku ji bo rizgariya welêt bila li dijî sîstema ji rê derketî têkoşînê mezin bikin.”