BI DÎMEN

Li Qamişloyê Mihrîcana Huner û Wêjeya Jinan hat lidarxistin

Mihrîcana Huner û Wêjeya Jinan bi dirûşma “Jina Şoreşger Keziyên Azadiyê Dirêse” li bajarê Qamişlo hat lidarxistin. 

Bi pêşengtiya Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê 9ˊemîn Mîhrîcana Huner û Wêjeya Jinan bi dirûşma “Jina Şoreşger Keziyên Azadiyê Dirêse" li Qamişloyê dest pê kir. Mihrîcan du rojan yê bidome. Di Mihrîcanê de gelek çalakiyên cur bi cur hatin li darxistin.

Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, Tevgera Çand û Hûnera Jin a Hîlala Zêrîn, Tevgera Civaka Demokratik (TEV-DEM) û bi dehan kes beşdarî mihrîcanê bûn. Mihrîcan bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir.


MIHRÎCAN WÊ DU ROJAN BIDOME

Li ser navê komîteya amadekar Firyal Çolê axivî û diyar kir ku ji ber ku ev nihrîcan bi pêşengtiya jinan tê birêvebirin, cihê serkeftinê ye û wiha got: “Em vê mihrîcanê di bin siya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li dar dixin. Mihrîcan wê du rojan berdewam bike. Bi çalakiyên cur bi cur yên bi kevneşopiyên jinên hemû pêkhatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve girêdayî ne.”

Hevseroka Meclisa Cîbîcîkar a Rêveberiya Xweser Kantona Cizîrê Vîviyan Beho Osê jî axaftinek kir û got: “Her sal di destpêka Adarê de ev mihrîcana jinan tê li darxistin. Em vê pêşketinê li hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikin û dibêjin serkeftin be.” 

Piştre jî sînevizyona li ser mihrîcanên salên borî hatibû amadekirin, hat pêşandan. Her wiha di mihrîcanê de helbest û stran jî hatin gotin. 

HELBEST HATIN XWENDIN

Hunermend Yasmîn El-Esker stranên erebî ji beşdaran re got. Helbestvan Lema Hisên jî bi zimanê Kurdî, helbestvan Gabrîela Yûsif bi zimanê Suryanî helbest xwendin. Helbestvan Feyrûz Reşik helbestek bi zimanê erebî xwend. Helbestvanan bi bi helbestên xwe beşdaran mest kirin.  
Her wiha Koma Folklorê ya Artsax jî govendek pêşkêşkirin.

Di dawiyê de deriyê pêşengeha wênexêziyê ku ji 27 tabloyên bi destê 21 jinan hatibûn xêzkirin û pêşengeha karên destan jî ya ku bi destên jinan hatine çêkirin hat vekirin. 

Danê êvarî jî şanoya bi navê “Çîroka Welatekî” ji aliyê Koma Dibistana Şano yê were pêşkêşkirin. Her wiha filmê bi navê “Nameyên Şengalê” wê were temaşekirin.