KBDH: Em 8'ê Adarê bikin çepereke xurt a li dijî dewleta mêr

KBDH'ê got, "Em 8'ê Adarê bikin çepereke xurt ku têkoşîna xwe ya jinê ya yekbûyî lê xurt bikin û hesab ji dewleta mêr bipirsin."

Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinê (KBDH) daxuyaniyek weşand û got, "Di serî de Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, li tevahiya cîhanê jin bi êrîşên giran ên kapîtalîzma patriyarkal ên li ser nasnameya zayendî ya bindest û jinan 8'ê Adarê pêşwazî dikin."

Di daxuyaniya KBDH'ê de hate gotin, "Dewleta Tirk a faşîst a bi serweriya mêr jî fermana 'destpêkê li jinan bixe' di her kêliya jiyanê de dixe meriyetê ku ev ferman ji aliyê dewletên Ewropayê yên emperyalîst ve di bin navê 'têkoşîna li dijî terorê' de didin yekîneyên xwe.

Bi taybetî li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê, bi êrîşên li dijî pêşengên Tevgera Jinên Kurd şoreşgerên jin têne girtin an jî qetilkirin.

Êrîşên li ser Şoreşa Jinê ya Rojava ku bi pêşengiya jinê bi ked û fedakariyeke mezin hate afirandin, her roj zêde dibin. Di van êrîşan de bi giranî jin ên pêşeng dikin hedef."

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, xebatên jinan ên ji bo 8'ê Adarê û hilbijartinên xwecihî bênavber dewam dikin û hate gotin, "Di heman demê de êrîşên tifaqa dijminê jinan a faşîst a AKP-MHP'ê ya li hemberî siyasetmedar û jin ên şoreşger, bi binçavkirin, girtin, destdirêjî û êşkenceyê zêde dibin. Tê xwestin ku xebatên şoreşgerî bêne astengkirin. Encama ku em ji êrîşkariya dijmin werbigirin ew e ku ji aliyekî ve nîşan dide em di rêya rast de ne, li aliyê din jî divê em karên xwe yên ji bo têkbirina êrişan mezin bikin. Hêvî û bendewariya jinên kedkar ên ku her roj tundî, destdirêjî, kedxwarî li wan tê kirin, ev e. Êdî di nava rojekê de 8 jin têne qetilkirin.

Tifaqa AKP-MHP'ê ya faşîst hewl dide bi destê dewletê şoreşgerên jin qetil bike, vê yekê jî bi destê 'mêr ên nêzî xwe' li girseyên jinan dike. Tundî, destdirêjî û êrişên li dijî jinan li dadgehên dewlet mêr bi qanûnan têne parastin. Jinên ku xweparastinê dikin jî bi cezayên giran têne cezakirin. Bi polîtîkayên 'malbata pîroz' hewl didin jinê û zayenda bindest di nava malbatê de bihelînin.

'DIJMINÊ ME HEVPAR E, TÊKOŞÎNA ME JÎ DIVÊ HEVPAR BE'

Têkoşîna yekbûyî ya jinê bi yekkirina têkoşîna ji bo jinên ji aliyê 'mêrên herî nêz' ve têne qetilkirin û têkoşîna li dijî êrîşên dewleta mêr a li çiyê, girtîgeh û her qada jiyanê dibe. Dijminê me hevpar e, lewma têkoşîna me jî divê hevpar be.

Herî dawî em hevrêyên xwe yên jin ên hatin qetilkirin careke din bi bîr tînin û dibêjin, "Em 8'ê Adarê bikin çepereke xurt ku têkoşîna jinê ya yekbûyî lê bilind bikin, li dijî dewleta mêr a ku jiyan li me herimandiye bikin çepereke hesabpirsînê."