JIN
Hemû Nûçe
-
TekoJIN li Berlînê şehîd Zilan bi bîr anî
Endamên TekoJIN’ê li Berlînê bi çalakiyekî şehîd Zîlan a di 30’ê Hezîrana 1996’an de çalakiya fedayî kir, bi bî anî. -
Li Baselê jinan 1300 name ji CPT’ê re şandin
Li Baselê jinan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 1300 name ji CPT’ê re şandin. -
Endama TJK-E Gulhatun Kara bi şert hate berdan
Endama TJK-E Gulhatun Kara a bi daxwaza Elmanyayê di çarçoveya lêpirsîneke sala 2019’an de hatiye vekirin hatibû binçavkirin, îro bi şert hate berdan. -
Endama TJK-E'yê Gulhatûn Kara wê derkeve pêşberî dadgehê
Endama TJK-E'yê Gulhatûn Kara têkildarî biryara deportê wê îro derkeve pêşberî dadgeha temyîzê. -
Çîgdem Dogû: Divê em bi rengê Zîlan giraniyê bidin pêngava Rêbertî
Endama Koordînasyona KJK’ê Çîgdem Dogû destnîşan kir ku gerîlayên HPG û YJA Starê li ser xeta şehîdan, fedayîtî gihandine lûtkeyê û got: “Wê demê di meşandina têkoşîna li qada civakî de, ji bo serketinê divê em bi rengê Zîlan giranî bidin pêngavê.” -
Jin ji bo Colemêrgê li Stenbolê nobetê digirin
Jinên ku li Stenbolê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê pêşengiya çalakiya nobetê dikin, ragihandin ku bi gotina “Em ê rê nedin qeyûman” ew li ba gelê Colemêrgê ne. -
‘Qeyûman saziyên jinan kirine qehwexane û qursa Quranê'
Endamên Koma Jinên Femînîst dema ku nêrînên xwe yên ji serdana xwe ya Amed û Êlihê anîn ziman, gotin ku qeyûman saziyên jinan veguherandine qehwexane û salonên taybet ên mêran. -
Salek cezayê girtîgehê li Nergis Muhammedî birîn
Çalakvana mafên jinan û xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2023’yan Nergîs Muhammedî ya ku li Îranê dîl tê girtin, bi sûcdariya "propagandaya li dijî dewletê kiriye” salek cezayê girtîgehê lê hat birîn. -
Li Mêrdînê polîsekî jinek û zarokê wê qetil kir
Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê polîsekî jinek û zarokê wê qetil kir. -
YJK-E’yê spasiya beşdarên Festîvala Zîlan kir
YJK-E’yê got: “Jin di Festîvala Zîlan a Jinê de li dijî tecrîd û qirkirinê kom bûn.” YJK-E’yê spasiya her kesê ku beşdarî festîvalê bûye û ked daye, kir. -
Peyama KJK'ê ji bo Festîvala Jinê ya Zîlan: Li dijî faşîzmê divê em jiyana azad ava bikin
KJK'ê ji bo Festîvala Jinê ya Zîlan peyam şand û got, "Divê em azadiya Rêber Apo bikin navenda xebat û jiyana xwe. Divê ji bo jinan sîstemekê û qadên jiyana azad ava bikin." -
Di Festîvala Çandê ya Zîlan de, panela ‘Xweparastin-Jin’
18’emîn Festîvala Çandê ya Zîlan bi şîara ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî, Ber Bi Şoreşa Jinê’ û bi panela ‘Xweparastin-Jin’ li Dûîsbûrgê destpê kir. -
Li Swîsreyê bi deh hezaran jin daketin qadan: Divê têkoşîna femînîst were mezinkirin!
Li Swîsreyê bi wesîleya Greva Jinên Femînîst bi deh hezaran jin daketin kolanan û li dijî polîtîkayên cihêkarî yên li welêt dewam dikin, banga xurtkirina têkoşînê kirin. -
KCDK-E: Ji bo 18’emîn Festîvala Jinan a Zîlan seferber bibin
KCDK-E’yê got, “Berxwedan û têkoşîna jinê wê tecrîdê bişkînê û Rêber Apo azad bike” û banga tevlîbûna li 18’emîn Festîvala Jinê ya Zîlan kir. -
Ji Şaredariya Sêrtê qertê veguhestina taybet ji bo jinan: ‘Jînqert’
Şaredariya Sêrtê ji bo ku jin di xizmetên veguhestina komî ya nava bajêr de bi bihayên guncav jê sûdê bigirin pêkanîna “jinqertê” xist meriyetê. -
Derhêner Bahare Lellehi di girtîgehê de hat qetilkirin
Derhêner Bahare Lellehi ya di serhildanên “Jin, Jiyan, Azadî” de hatibû girtin, li girtîgehê hate qetilkirin û bêyî haya malbata wê hat veşartin. -
Amadekariyên 19’emîn Mihrîcana Jinan a Zîlan hatin temamkirin
19’emîn Mihrîcana Jinan a Zîlan wê di 30’yê Hezîranê de were lidarxistin û her wiha dirûşmeya mihrîcanê ya îsal wê bibe: ‘’Em bi Jin Jiyan Azadî ber bi Şoreşa Jinan ve dimeşin.’’ -
Îranê 6 sal cezayê girtîgehê li karîkaturîsta jin birî
Dewleta Îranê 6 sal cezayê girtîgehê li Karîkaturîst Atena Ferqidanî birî. -
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Em wêrekiya xwe ji kevneşopiya xwe ya têkoşînê digirin
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ji Bahçelî yê ku gef li parlamenter Salîha Aydenîz xwar re got: "Em wêrekiya xwe ji kevneşopiya xwe ya têkoşînê digirin. Jin wê destûr nedin gefan." -
Rûniştina doza xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê ya girtî Nergîs Muhammadî pêk hat
Rûniştina doza Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê û aktîvîsta mafên mirovan a navdar Nergîs Muhammadî li Dadgeha Şoreşê ya Tehranê pêk hat. Ji ber ku aktîvîsta girtî red kir ku tevlî rûniştinan bibe, rûniştin bêyî amadebûna wê pêk hat. -
'Armanca me nivîsandina dîrokeke rast e'
Endama Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê ya Qamişlo Lorîn Hac ji diyar kir di dîroka ku ji aliyê desthilatdaran ve hatiye nivîsandin de her tim jin kêm hatiye dîtin û destnîşan kir ku armanca wan nivîsandina dîrokeke rast e. -
Bi pênûs û dengê xwe xizmetê ji şoreşê re dike
Şîrîn Mihemed a 23 salî bi rojnamevanî û hunermendiya xwe rastiya civakê nîşan dide û xizmetê ji Şoreşa Rojava re dike. -
Di mehekê de 24 rojnamevan hatin darizandin û 8 rojnamevanên jin girtî ne
Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê ‘Rapora binpêkirina mafên rojnamevanên jin a meha Gulanê’ bi raya giştî re parve kir. -
Meha Gulanê herî kêm 34 jin û 8 zarok hatin qetilkirin
Li gorî daneyên JINNEWS'ê meha Gulanê herî kêm 34 jin û 8 zarok hatin qetilklirin, 18 jin û 2 zarokan bi rengekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan. -
Jinan gotin: Qeyûm dijminatiya jinan e, em ê têkoşînê mezin bikin
Rêxistinên jinan li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê daxuyanî dan û gotin, “Em ê nehêlin ku vîna jinên Colemêrgê bê desteserkirin. Qeyûm dijminatiya jinan e, em ê têkoşînê mezin bikin.”