RJAK’ê ragihand ku îro saet 10:30’an de tîmeke asayîşê bêyî tu agahdarî û biryara dadgehê bi ser ofîsa rêxistina wan de girtine û navenda wan girtine. Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) derbarê êrîşa li ser navenda wan daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Di demekê de ku çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên gelê me di rojevê de ye û rewşa jinan di asteke xirab a civakî û perwerdehî de ye û metirsî li ser jiyana kesayetî ya jinê heye, îro di saet 10:30’an de tîmeke asayîşê bêyî tu agahdarî û biryara dadgehê êrîşî ofîsa me kir û ofîsa me girt.
Rêxistina me di nav çendîn salên borî de bêrawestan xizmeta jin û pirsgirêkên jinan kiriye. Me gelek derfet ji bo pêşketina jinan bê cudahî pêşkêş kirine û çalakiyên jîngehê û çareserkirina bi sedan doz û dosyayên jinan pêk anîne.
Em vê pêkanînê ku bi hinceta biryara Dadgeha Federal ku dibêje divê her rêxistin û dezgehek ku têkiliya wê bi tevgera azadiyê re hebe bê girtin, hatiye kirin qebûl nakim. Em bi her awayî van tawanan red dikin. Tu têkiliya rêxistina me bi tu rêxistin û partiyên siyasî re tune ye û serbixwe ye.
Em daxwaz ji aliyên berpirsiyar dikin ku bêyî bandora hêzeke derve li biryara xwe vegerin.”