Kompanya Gizîngê Berbeyan bertek nîşanî biryara girtinê da

Kompanya Gizîngê Berbeyan ku produksiyona çapemeniyê ye diyar kir ku biryara girtina navendê binpêkirina li dijî azadiya çapemeniyê û mafên jinan e.

Kompanya Gizîngê Berbeyan ku produksiyoyna çêkirina bernameyan ji bo JIN TV’yê ye, têkildarî serdegirtin û girtina pruduksiyonê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye;

“Roja 31’ê Kanûnê ku roja dawiya salê ye, di çarçoveya biryarekê de ku Hikûmeta Navendî ya Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dezgeha Asayişa Herêm ya Silêmaniyê jî di nav de ne, bêyî hebûn û nîşandayîna nivîsekeke fermî û agahdarkirinê, biryara girtina Kompanya Gizîngî Berbeyan ya tomarkirina bernameyên televîzyonê yên sinordar ku ji bo JIN TV’yê berheman çêdike, hate dayîn.

Ev biryar di demekê de ye ku têkoşîna jinan li her çar parçeyên Kurdistanê gihiştiye qonaxeke bê nimûne û têkoşîna jinên Kurd gihiştiye wê astê ku li seranserê cîhanê behsa têkoşîna jinên Kurd tê kirin, hat kirin. Lê polîtîkayek ku tenê di berjewendiyên desthilat û dagirkeriyê de ye.

Tevî ku ev biryar ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve hatî dayîn, em biryara rawestandina karên xwe red dikin û qebûl nakin. Ev biryar binpêkirina azadiya rojnamevaniyê li Herêma Kurdistanê ye û nîşana hişmendiya şikandina îradeya jin, nasname û hebûna jinê ye.

Em wek Şîrketa Gizingî Berbeyan ku ev heft sal in li Başûrê Kurdistanê dixebitîn û bûne deng û rengê jinên Başûrê Kurdistanê, bi her awayî biryara girtina şîrketa xwe bi tundî şermezar dikin. Her wiha em radigihînin ku em ê tedbîrên yasayî bixin dewrê û heta dawiyê têkoşîna xwe ya mafdar bidomînîn.”