Amadekariyên 19’emîn Mihrîcana Jinan a Zîlan hatin temamkirin

19’emîn Mihrîcana Jinan a Zîlan wê di 30’yê Hezîranê de were lidarxistin û her wiha dirûşmeya mihrîcanê ya îsal wê bibe: ‘’Em bi Jin Jiyan Azadî ber bi Şoreşa Jinan ve dimeşin.’’

MIHRCÎANA ZÎLAN A LONDONÊ

19’emîn Mihrîcana Jinan a Zîlan her sal ji aliyê Meclîsa Jinan a Jiyan ve li Londra ya paytexta Îngilîstanê tê lidarxistin. Mihrîcan wê di 30’yê Xizîranê de û bi dirûşmeya: ‘Em bi Jin Jiyan Azadî ber bi Şoreşa Jinan ve dimeşin’ were lidarxistin.

Meclîsa Jinan Jiyan têkildarî mihrîcanê daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de ji bo tevlîbûnê hemû pêkhateyan jin hatin vexwendin. Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi şoreşa Rojhilata Navîn a bi pêşengtiya jinên Kurd civakeke azad tê avakirin.

Di daxuyaniyê de  ev yek hatin gotin:

‘’Em ê îsal bi dirûşmeya; ‘Em bi Jin Jiyan Azadî ber bi Şoreşa Jinan ve dimeşin’ werin ba hev û bi awaz û govendên xwe yên têkoşînê, têkoşîna xwe berdewam bikin. Gotin, awaz û dirûşmeyên me wê têkildarî têkoşîna me bin. Ev yek ne tenê çalakiyek e, her wiha ji bo bihêztirbûnê em ê werin ba hev.’’

NAVEROKA MİHRÎCANÊ

Mihrîcan wê di saet 15.00’an de li Kurdîsh Commûnîty Centre, 11 Portland Gardens, Harrîngay Ladder, Londra N4 1HU dest pê bike. Hunermendên weke; Kewê, Jala û hunermendên surprîz wê beşdar bibin. Her wiha wê  axêverên cuda yên ji komên jinên femînîst ên gelên cuda tevlî mihrîcanê bibin.

Li gel mûzîk û govendê wê di mihrîcanê de pêşanîyên gelêrî, performansên dahol û zirneyê û nîşandana sînevîzyonê jî çêbibin. Her wiha di mihrîcanê de wê standên xwarin û cilan hebin û  ji bo zarokan jî wê kreş û çalakiyên cuda werin lidarxistin.