TekoJIN li Berlînê şehîd Zilan bi bîr anî

Endamên TekoJIN’ê li Berlînê bi çalakiyekî şehîd Zîlan a di 30’ê Hezîrana 1996’an de çalakiya fedayî kir, bi bî anî.

ŞEHÎD ZÎLAN (ZEYNEP KINACI)

Jinên Ciwanên ên Têkoşer (TekoJIN) ji bo bîranîna şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dersimê çalakiya fedayî kir, li paytexta Elmanya Berlînê çalakî li dar xist.

Bîranîn ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştre nameya Şehîd Zîlan a beriya çalakiyê nivîsandî hat xwendin û li ser nameyê nîqaş hatin kirin. Li ser jiyana şehîd Zîlan, dilsoziya wê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê û girrîngiya dîrokî ya çalakiyê nirxandin hatin kirin.

Piştî nîqaşan konsera muzîkê hat pêşkeşkirin.

Endamên TekoJIN’ê jinên ciwan ji bo Konferansa TekoJIN a Elmanyayê ku di 29’ê Hezîranê de li Kaselê bê lidarxistin, vexwend.