'Armanca me nivîsandina dîrokeke rast e'

Endama Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê ya Qamişlo Lorîn Hac ji diyar kir di dîroka ku ji aliyê desthilatdaran ve hatiye nivîsandin de her tim jin kêm hatiye dîtin û destnîşan kir ku armanca wan nivîsandina dîrokeke rast e.

LÊKOLÎNAN A JINEOLOJIYÊ

Endama Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê Lorîn Hac ji ANF'ê re qala xebatên Jineolojiyê yên li bajarê Qamişlo kir û diyar kir ku di xebata Jineolojî de herî zêde mijara hevjiyana azad didin pêş.

Lorîn Hac wiha dest bi dest axaftina xwe kir: ''Ji bo xebata navenda lêkolînan a Jineolojiyê ku li Bajarê Qamişlo tê kirin, li ser bingeha lêkolîn û perwerdeyan tê meşandin da ku bi rêya van perwerde û lêkolînan encamên baş ji civakê re bên pêşkêşkirin û dîrokeke rast bidin nivîsandin. Her tim di xebata me de mijara hevjiyana azad li pêş e ji ber heta ku civakeke azad bê avakirin divê mejiyeke hevbeş bê avakirin. Her wiha jineolojî weke zanist tê naskirin ji ber zanist ne tenê ji civakekê re an netewekê re ye, zanist cîhanî ye.''

Lorîn di dewama axaftina xwe de anî ziman ku zanista Jineolojî di nav xwe de gelek zanistan dihewîne û wiha domand: ''Zanista Jineolojî di nav xwe de gelek zanistên din dihewîne; weke Etomolojî, Erkolojî, Netolojî û hwd. Di vir de gelek mijarên ku tên şîrovekirin hene. Her wiha bi rêya van tiştan em dixwazin bigihêjin civak an jî saziyên xwe. Her wiha di navbera zayenda jin û mêr de aqilek hevbeş were avakirin, ji ber herdû zayend hevdû temam dikin. Ji bo wê jî Jineolojî paradîgmaya hevjiyana azad ji xwe re esas digre.''

Lorîn anî ziman ku armanca navenda lêkolînan a Jineolojî rast nivîsandina dîrokê ye û wiha pêde çû: ''Lêkolînên navenda lêkolînan a jineolojî li ser esasê derxistina rastiyê tên nirxandin. Di heman demê de xebata me zêdetir li ser mijara jinê ye. Jina xwedawend civakbûyîn li derdora xwe ava kiribû. Her tişt li derdora jinê hate afirandin. Lê mijarên ku desthilatdaran heta niha derxistine pêş, dîrokeke berevajiyê rastiya ye. Li ser wê esasê em hewl didin rastiya tiştên ku em pê hatine xapandin derxînin holê.''

Endama navenda Lêkolînan a Jineolojiyê Lorîn Hac ragihand ku piştî Şoreşa Rojava jin gihişt asta ku rastiya xwe bibîne û got, ''Di civakê de jin rasterast di gelek astengiyan re derbas dibû, ew jî encama hişmendiya ku di nav civakê de hatibû ferzkirin. Ji bo wê jin di gelek qeyd û quralan re derbas dibû. Her tim jin rastî şikandinê dihat, ji ber her tim di ol û hemû qadên jiyanê de jin kêm tê dîtin. Lê piştî şoreşa Rojava jin gihişt wê asta ku hinek rastiyên xwe bibîne û xwe nas bike. Bi taybet piştî ku jinê di qada leşkerî de cih girt û li hemberî DAÎŞ'ê şer kir, bi ser ket. Li kêleka wê zanisteke weke jineolojî heye ku jin tê de xwe pêş bixin. Îro bi dehan perwerdeyên ji bo mêr ji aliyê jin ve tên pêşkêşkirin û di nav qadên siyasî, dîplomasî de cih digirin, di vê warê de jinên Rojavayê Kurdistanê gavek mezin avêtin. Ji ber çiqas têkoşîn û îradeya xwe bilind bikin ewqas azad in. Ji bo wê her çiqas civak me asteng jî bike, em her tim têkoşîna xwe dimeşînin. Ji ber fikira desthilatdariyê mejiyê hevbeş nagire nav xwe. Weke zanista Jineolojî her tim hewldanên me di warê pêşxistina jin de di aliyê xwebûn, hebûn û zanebûnê de tê nirxandin.

Di dawiya axaftina xwe de Endama Navenda Lêkolînan a Jineolojî ya Bajarê Qamişlo Lorîn Hac wiha got, ''Em weke Navenda Lêkolînan a Jineolojî rojane xwe dipirsin, me çi kiriye di nav civakê de? Di nav civakê de çiqas pêşketin hatiye avakirin û gavên çawa di nav civakê de hatine avêtin. Zanista Jineolojî ku îro di nav civakê de belav  bûye, em vê yekê dinirxînin ku berî zanista Jineolojî civak çawa bû û piştî wê çi guhertin çêbûn. Jineolojî wê ji pirsgirêkên civakê re bibe bersiv, ev jî encama wê yekê ye ku dema em mijarekî dinirxînin an jî lêkolîn dikin, em ji koka wê digirin dest.''