Dewleta Tirk gundê Sergelê bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker gundê Sergelê yê navçeya Amediyê ya Dihokê bi topan bombebaran kir. Di encama topbaranê de welatiyê bi navê Mihemed Hamîd Rehman birîndar bû.

Dewleta Tirk a dagirker gundê Sergelê yê navçeya Amediyê ya Dihokê topbaran kir. Di encama topbaranê de welatiyekî sivîl yê bi navê Mihemed Hemîd Rehman (37) yê ji Rojavayê Kurdistanê ku pîşeya wî karkerî ye, birîndar bû.

Hêjayî gotinê ye ku di sala 2024’an de ji ber êrîş û bombebaranên artêşa a dagirker li herêmên cuda yên Başûrê Kurdistanê 33 welatî şehîd û 19 welatî jî birîndar bûne.