Jinan gotin: Qeyûm dijminatiya jinan e, em ê têkoşînê mezin bikin

Rêxistinên jinan li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê daxuyanî dan û gotin, “Em ê nehêlin ku vîna jinên Colemêrgê bê desteserkirin. Qeyûm dijminatiya jinan e, em ê têkoşînê mezin bikin.”

Rêxistinên jinan, aktivîsyên jin, femînîstên serbixwe û pêkhateyên jinan ên partiyên pêkhate û tifaqê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê daxuyaniyek hevpar dan.

Berdevka Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê Halîde Turkoglû daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev peyam hatin dayîn:

“Me îro hevdîtinek pir wate pêk anî. Me bi gotina, ji Kobanê heta Geziyê edalet û azadî li hev civiyan. Hestê ku kurdeya vê hevdîtinê anî ba hev, hesta edaletê ya jinê ye. Hesta azadiyê ye.

Me got ji Kobanê heta Geziyê. Ji ber ku polîtîkayên desthilayê yên li hemberî van her du îtirazên civakî nêzîkatiya tîfaqa AKP-MHP’ê ya li hemberî jinê ye. Desthilat dijminatiya xwe ya jinê bi encama her du dozan careke din nîşan da. Cezayên ku di encama Doza Kûmpasê ya Kobanê de ji hevalên me re hatin dayîn nîşana vê ye. Cezayên ku di doza Geziyê de ji hevalên me re hatin dayîn nîşana vê ye. Poltîkayên qeyûmê nîşana vê ye. Êrîşên li dijî maf û destkeftiyên jinan nîşana vê ye.

Lê dijî van êrîşan jinên têkoşer û têkoşîna me ya jinan heye. Ger îro li Kobanê şoreşa jinê mezin dibe, ger me bi gotina ‘Taritî diçe, Gezî bimîne’ ruhê berxwedana Geziyê heta îro aniyê, ev encama bawerî û biryardariyê ye. Çawa ku me di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de qeyûman şand, em ê îro jî nehêlin li Colemêrgê vîna jinan bê desteserkirin.

Ne tenê bi berxwedanê di heman demê de dem hatiye ku li dijî faşîzmê têkoşîna azadiya jinê mezin bikin û zêdetir bibin yek. Ger şer hebe, li dijî vê têkoşîna me ya jinan, têkoşîna me ya femînîst heye, têkoşîna me ya sosyalîst heye ku mezin dibe.”