Meha Gulanê herî kêm 34 jin û 8 zarok hatin qetilkirin

Li gorî daneyên JINNEWS'ê meha Gulanê herî kêm 34 jin û 8 zarok hatin qetilklirin, 18 jin û 2 zarokan bi rengekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan.

JINNEWS'ê daneyên li tundiyê ya meha Gulanê eşkere kir. Li gorî çeteleyê, di meha Gulanê de 34 jin û 8 zarok hatin qetilkirin û 18 jin û 2 zarokan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.

Di çeteleyê de hat destnîşankirin ku li Enqereyê 3, li Stenbolê 7, li Edeneyê 3,  li Xarpêtê 1, li Kîlîsê 1, li Kayseriyê 1, li Tekîrdagê 1, li Samsunê 2, li Manîsayê 3, li Dîlokê 1, li Rihayê 1, li Îzmîrê 2, li Aydinê 1, li Çorumê 2, li Mûglayê 1, li Kocaeliyê 1, li Osmaniyeyê 1, li Erziromê 1 û li Amedê jî jinek hate qetilkirin.

Bi domdarî hat diyarkirin ku 11 ji hêla hevjînên xwe ve, 3 ji hêla zilamên di qonaxa hevberdanê de, 2 ji hêla zilamê hevberdane ve, 6 jê ji hêla naskiriyên xwe ve, yek jê ji hêla bavê xwe ve, 3 jê ji hêla zarokên xwe ve, yek jê ji hêla zavayê xwe ve û yek jî ji hêla birayê xwe ve hate qetilkirin. Faîlê jinekê nehat tespîtkirin û 2 jin jî ji hêla kesên hev nas nedikirin ve hatin qetilkirin.