Îranê 6 sal cezayê girtîgehê li karîkaturîsta jin birî

Dewleta Îranê 6 sal cezayê girtîgehê li Karîkaturîst Atena Ferqidanî birî.

Jina karîkaturîst Atena Ferqidanî ji aliyê liqa 26’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi hinceta du tometên cuda 6 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Parêzerê Atena Ferqidanî, Mihemed Moqîmî şêwazê dadgehkirin û cezakirina Atena bi ‘biryarek şanogerî’ bi nav kir.

Li gorî agahiyên hatien belavkirin, di 9’ê Hezîranê de biryara dawî hatiye dayîn. Her wiha di 10’ê Hezîranê de ji hunermend Atena û parêzerê wê re hatiye ragihandin ku bi tometa ‘heqaret li tiştên pîroz kirin’ 5 sal û bi tometa ‘propagandaya li dijî hikûmetê’ jî salek cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.

Karîkaturîst Atena Ferqidanî di 13'ê Nîsanê de dema ku yek ji berhemên xwe li kolana Pastori ya Tehranê li ser dîwarekî çêdikir, bi şêwazek tund hatibû binçavkirin û piştre rêkirin Girtîgeha jinan a Evîn.