‘Qeyûman saziyên jinan kirine qehwexane û qursa Quranê'

Endamên Koma Jinên Femînîst dema ku nêrînên xwe yên ji serdana xwe ya Amed û Êlihê anîn ziman, gotin ku qeyûman saziyên jinan veguherandine qehwexane û salonên taybet ên mêran.

Koma Jinên Femînîst bi rapora ku amade kir, nêrînên xwe yên ji serdana xwe ya 8-9'ê Hezîranê ya Amed û Êlihê anîn ziman. Gelek jin beşdarî daxuyaniya li Meydana Femînîst a Beyoglûyê hat dayîn bûn. Li ser navê jinan Ferîde Eralp rapora ku amade kiribûn xwend.

Ferîde Eralp diyar kir ku wan bi aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) re hevdîtin pêk anîne ku di nav wan de siyasetmedarên hatine berdan Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel û Ayla Akat Ayla jî hene. 

Ferîde Eralp bertek nîşanî desteserkirina şaredariya Colemêrgê da û diyar kir ku ji bo hêzê bidin jinan û ji wan hêz bigirin serdana jinan kirine.

Ferîde Eralp anî ziman ku di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de şaredarî ji qeyûman hatin stendin. Ferîde Eralp bal kişand ser serdema qeyûman ku saziyên jinan girtin û wiha got: "Qadên ku jin ji malê derdikevin û bi hev re tevdigerin, weke aşxane û cilşûştinê girtin. Hevşaredara Baglarê Leyla Ayaz da zanîn ku qeyûm cihên jinan veguherandiye qursa Quranê. Cihên ku jin hêz¨ji gev digirin û nefes bêhna xwe lê vedidin ji bo mêran kirine kirine qehwexane. Ji bo jin ji malê dernekevin, di malê de bimînin û li bajarê lê dijîn nebin xwedî gotin, vê yekê bi awayekî zanebûn dikin.”