Ji Şaredariya Sêrtê qertê veguhestina taybet ji bo jinan: ‘Jînqert’

Şaredariya Sêrtê ji bo ku jin di xizmetên veguhestina komî ya nava bajêr de bi bihayên guncav jê sûdê bigirin pêkanîna “jinqertê” xist meriyetê.

Şaredariya Sêrtê ji bo ku jin di xizmetên veguhestina komî ya nava bajêr de bi bihayên guncav jê sûdê bigirin pêkanîna “jinqertê” xist meriyetê. Jinqert dikare ji Şeftiya Dahatan a Şaredariya Sêrtê û noxteyên dagirtina qertan bên peydakirin. Bi saya sepanê jinên ku bi 9 lîreyî li wesayîtên veguhestina komî siwar dibin dê tenê 6 lîre û nîvan bidin. 

Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş jî wiha got: “Sepana jinqert ku me ji bo jin bi hêsantir û erzanî ji veguhestina komî ya li nava bajêr sûdê bigirin dane destpêkirin tenê yek ji projeyên me yên xizmeta civakî ya ji bo jinan e. Ev yek û karên weke vê dê berdewam bikin. Ez hemû jinên sêrtî vedixwînim ku ji vê sepanê sûdê wergirin.”