KCDK-E: Sala 2025’an bikin sala ‘Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’

KCDK-E’yê sala nû ya hemû mirovahiyê ya ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê têdikoşe pîroz kir û got, “Ji bo sala 2025’an bikin sala ‘Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ bang li her kesî dikin ku seferber bibin.

PEYAMA SALA NÛ

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi boneya sala nû peyamek weşand.

KCDK-E’yê bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û wiha got: “Sala 2024’an bû sala ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûr, Rojava û Bakur hat zêdekirin. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê konsepta xwe ya îmha û qirkirinê ya li ser tevahiya nirxên gelê Kurd gihand asta herî jor. Êrîşên ku li ser hemû nirxên me yên neteweyî dewam dikin, ji bo girankirina tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo û xistina rê û rêbazên nû yên êrîşê li meriyetê dewam kiriye.

Metirsiyên dagirkeriyê yên li ser Şengal û Mexmûrê dewam dikin û êrîşên qirkirinê yên li ser Rojava giran bûne. Di sala 2024’an de PDK bi hevkariya xwe ya bi Komara Tirkiyeyê zêde kir û dewleta Tirk a dagirker bi saya xiyanet û hevkariya xwe ku rê li ber dagirkeriya Başûr û Rojava vekir, emelên xwe li ser Kurdistanê zêde kir. Rejîma Tirk a faşîst a AKP-MHP’ê bêperwa bûye, çekên kîmyewî jî di nav de her curê rêbazên qedexe yên şer li ber çavê hemû cihanê domand.

Dewleta Tirk li ber tekçûnê ye. Ji bo dirêjkirina desthilatdariya xwe serî li ber rêbazê dide û li herêmê dibe nîvenda gefê. Tevî êrîşên li ser qadên gerîla, çekên kîmyewî û hemû derfetên hêzên navneteweyî didin jî, zarokên gelê Kurd bi rûmeta xwe li ber xwe dan û  bi ruhê yekîtiya neteweyî xwedî li axa xwe derketin. Plana hilweşandinê ya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê têk çû û careke din têkçûnê tam kir.

Yek ji destkeftiyên bingehîn ên sala 2024’an jî li seranserê cîhanê belavbûna têkoşîna ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê berdewamkirin e. Pêngava ku îsal kete sala xwe ya duyemîn û li gelek navendên cîhanê pêl bi pêl belav dibe, derbasî qonaxekî gerdûnî bû.

Li dijî êrîşên îmhayê yên hevpar ên DYE-NATO û hêzên herêmî yên Tirkiyeyê ku li Kurdistanê konsepta îmha û qirkirinê xist dewrê, bi piştgiriya dost û mirovahiyê eniyeke nû ya dijber hate avakirin.

Sala 2024’an li seranserê cîhanê di encama polîtîkayên kapîtalîzmê ku jiyana mirovan û ekolojiyê tune dihesibînin, bû sala çêbûna pirsgirêkên kûr. Komkujiya ku li Xezeyê berdewam dike bû sedema mirina bi deh hezaran kesan.

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn li hemû cîhanê belav bûye, ku ji kûr ve bandor li ser jiyana mirovan dike û dixe xeteriyê. Pêvajoya ku Sûriyeyê hevsengî tên guhertin û bermahiyên DAÎŞ'ê û çeteyan li herêmê didin êrîşkirin, ji bo destkeftiyên şoreşa Rojava jî dibe xeterî.

Dewleta Tirk a qirker ji bo vê pêvajoya şer li dijî têkoşîna azadiya Kurd û destkeftiyên wê veguherîne firsendekê, çi ji destê wî hat kir. Gel ji bo têkbirina van xeteriyan bi têkoşîna xwe ya bi pêşengiya jinan li dijî şer û paşverûtiya serdema navîn radibe.

Di sala 2024’an de tundî û komkujiyên li ser jinan zêde bûn. Li dijî vê berxwedana jinan a li hemberî vê yekê bi cesaret mezin dibe û pêş dikeve. Di sala 2024’an de jî dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bilind bû.

Gelê me yê li derveyî welat li dijî polîtîkayên komkujî û qirkirinê li dora têkoşîna ku bi paradîgmaya Rêber Apo gerdûnî bû, li hev civiyan û her rojê û her derê veguherandin qada berxwedanê. Her wiha bi dostên xwe re xwedî li Kurdistanê derketin, li dijî polîtîkayên dagirkerî û komkujiyê seferber bûn, di asta serhildanê de têkoşiyan û sala 2024’an kirin sala têkoşînê.

Sala 2024’an li dijî konsepta dewleta Tirk a faşîst a tasfiyekirin û tenêhiştina têkoşîna azadiya Kurd, paradîgmaya Serok Apo gerdûnî kir û bû hêviya mirovahiyê.

Em weke KCDK-E’yê sala nû ya gelê Kurdistanê, dostên wan û her kesên ku ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê têdikoşin, pîroz dikin. Ji bo sala 2025’an bikin sala ‘Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ bang li her kesî dikin ku seferber bibin û têkoşînê mezin bikin.”