YJK-E’yê spasiya beşdarên Festîvala Zîlan kir

YJK-E’yê got: “Jin di Festîvala Zîlan a Jinê de li dijî tecrîd û qirkirinê kom bûn.” YJK-E’yê spasiya her kesê ku beşdarî festîvalê bûye û ked daye, kir.

SPASIYA JI BO BEŞDARÊN FESTÎVALA ZÎLAN

YJK-E’yê bi wesîleya Festîvala Zîlan, peyameke spasiyê weşand.

Peyama YJK-E’yê bi vî rengî ye:

"18’emîn Festîvala me ya Zîlan a Jinê di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêbertiya me re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ de pêk hat. Jin di festîvalê de li dijî tecrîda li Îmraliyê û qirkirinê kom bûn. Em spasiya meclîsên jinan, înîsîyatîfên jinan û komunên xwe, hevalên xwe yên jin ên ku bi cil û bergên xwe yên herêmî reng dan festîvalê, kedkarên xwe yên çapemeniyê, hemû jinên xwe yên kedkar ên ku ji malê xwarinên gelêrî çêkiirin û di standan de çanda me raber kirin, xebatên standê, saziyên jinan ên dost, mêhvanên xwe yên di bernameya dikê de cih girtine, hemû heval û dostên xwe yên ku ked dane, dikin."