KCDK-E: Ji bo 18’emîn Festîvala Jinan a Zîlan seferber bibin

KCDK-E’yê got, “Berxwedan û têkoşîna jinê wê tecrîdê bişkînê û Rêber Apo azad bike” û banga tevlîbûna li 18’emîn Festîvala Jinê ya Zîlan kir.

Jinên Kurd ên li Elmanya, Belçîka û Hollandayê dijîn, di 1 Festîvala Jinan a Zîlan de tên ba hev ku wê sibê cara 18’emîn bê lidarxistin. Festîvala ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd ên Elmanya YJK-E’ê ve bi dirûşmeya “Bi Jin, Jiyan, Azadî, Ber Bi Şoreşa Jinê” tê organîzekirin, wê li bajarê Duîsburg ê Elmanyayê bê lidarxistin.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi daxuyaniyeke nivîskî ji bo 18’emîn Festîvala Jinan a Zîlan ku bi dirûşmeya “Bi Jin, Jiyan, Azadî, Ber Bi Şoreşa Jinê” tê lidarxistin banga seferberbûnê kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“15’ê Hezîranê (sibê) bi hezaran jin tevlî 18’emîn Festîvala Jinan a Zîlan bibin. Yekîtiya Jinên Kurd ên Elmanya YJK-E’ê ku festîvalê organîze dike, peyamên li gorî helwesta jinê ya demê bide.

Festîvala Jinan a Zîlan ku ji sala 2004’an ve tê pîrozkirin, xeta berxwedanê ya têkoşîna azadiya jina Kurd ku belavî hemû cîhanê bûye, bîne heta festîvalê. Jinên Kurd bi berxwedana xwe bi taybet li Rojava gelek destkeftî bi dest xistin û ji bo parastina van destkeftiyan têkoşîneke bêyî navber didomînin.

Hedefa yekemîn a dewleta Tirk ku sed sal in polîtîkayên xwe yên qirkirinê didomînin, her tim bûye jinên Kurd. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ku li ser jinan polîtîkayên şerê taybet, qirkirin, asîmîlasyon û dagirkeriyê dimeşîne, li hemberî têkoşîn û berxwedana jinê têkçûneke mezin dijî.

QADÊN BERXWEDANÊ TIJÎ BIKIN

Dewleta Tirk a qirker ji ber vê têkçûnê gelê Kurd, jin û hemû şervanên tevgera azadiyê hedef digire. Evîn Goyî, Leyla Amed, Bêrîvan Zîlan û Raperîn Amed ku li dijî van êrîşan bûne sembola ruhê berxwedanê ya çiyayên azad, bingeha berdewamkirina bi biryar a vê têkoşînê diafirînin.

Berxwedan û têkoşîna jinê wê tecrîdê bişkînê û Rêber Apo azad bike. Li dijî kedxwariyê ku li ser bedena jinê tê meşandin, dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” wê bibe şîara azadiyê ya têkoşîna jinan.

Em KCDK-E’ê bang li hemû gelê xwe, dost, jin û ciwanan dikin ku ji bo festîvala 18’emîn Festîvala Jinê ya Zîlan ku 15’ê Hezîranê (sibê) bê lidarxistin, seferber bibin û berxwedana Evîn Goyî, Leyla Amed, Bêrîvan Zîlan û Raperîn Amed bi tijîkirina qadan mezin bikin.”